Bêrîtan li Kobanê hat bibîranîn 2026-10-24 11:57:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li Kobanê ji bo Gulnaz Karataş bernameya bîranînê li dar xist.   Bi boneya salvegera 34'emîn a şehadeta fermandar Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bi amadebûna bi dehan endam û nûnerên saziyên jinan li Kobanê, bernameya bîranînê hat lidarxistin.    Bername li hola Navenda Aboriya Jinan a Kobanê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di çalakiyê de nameya  Bêrîtan û nameya fîlozof Gayatrî Spivak ji aliyê endama Navenda Aboriya Jinan Dilvîn Nebî ve hat xwendin.   Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.