Girtiyên siyasî: Em ê xwedî li bîranînên pakrewanan derkevin 2026-10-23 13:01:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên siyasî têkildarê pakrewanên ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane peyamek da û diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya pakrewanan heqîqeta herî kûr a bîra dîrokî û îdîaya azadiyê ye.   Li ser navê girtiyên siyasî Denîz Kaya derbarê pakrewanên ku di demên cuda û cihên cuda jiyana xwe ji dest dane de peyamek da.    Daxuyanî bi vî rengî ye:   "Bi wesîleya parvekirina nasnameya hevrêyên me yên di demên cuda de li qadên cuda yên têkoşîna azadiyê şehîd bûn ku navenda tevgera me parve kir, di serî de weke hevrêyên hevrêyên me yên şehîd, ku li zindanan li ber xwe didin, em şehîdên xwe hemûyan bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînin; biryardariya xwe careke destnîşan dikin ku dilsozê bîranîna wan bin, xwedî li têkoşîna wan derkevin û xwedî li nirxên demokrasiyê û azadiyê derkevin ku di oxira wê de şehîd bûn.   Rastiya şehîdan heqîqeta herî kûr a îdîaya azadiyê, cewhera îdeolojîk û bîra dîrokî ya têkoşîna me ye. Jiyan û têkoşîna her hevrêyên me, nirxên ku di oxira wan de şehîd bûn; parçeyekî hesreta paşeroja azad, demokratîk, îradeya berxwedanê û legerîna jiyana azad a gelê me ye. Bîranîna wan berpirsyariya me mezin dike ku armanc, hesret û xeyalên wan bigihînin siberojê. Dilsoziya bi wan re, xwedîderketina li mîrateya wan a dîrokî û gihandina vê mîrateyê li berpirsyariya civakî, polîtîk û îdeolojîk a vê serdemê ye.   Em weke hevrêyên wan ên li zindanê li ber xwe didin, dilsoziya xwe ya bi şehîdan re di sekna xwe ya îdeolojîk, berpirsyariya xwe ya polîtîk û feraseta xwe ya nûbûna rêxistinî de bi wate dikin. Mîrateya ku şehîdên me ji me re hiştine, têkiliyeke xurt a navbera paşeroj û pêşerojê ye; bîr û wijdanê lêgerîneke jiyana azad û demokratîk e.   Em di wê baweriyê de ne ku di avakirina aştî û civaka demokratîk de bersiva herî bi wate ya li xeyal, hesret û armancên şehîdên me; civakîkirina aştiyê, afirandina çareseriya demokratîk, avakirina jiyaneke hevpar, azad û hevpar a gelên me ye.   Em bi vê têgihiştinê şehîdên xwe careke din bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin, li pêşberî bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Di serî de Rêbertî em ji malbatên hêja yên şehîdên xwe û gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.   Em biryardariya xwe nîşan didin ku xeyalên nîvco yên şehîdên xwe bigihînin paşerojeke ji jiyaneke azad, demokratîk û aştiyê. Em ê di bîra xwe de xwedî li bîranînên wan, di têkoşîna xwe de jî xwedî li armancên wan derkevin; ji bo xeyalên wan bi avakirina civaka demokratîk bi cih bînin em soz didin ku têkoşîna xwe dewam bikin."