‘Divê Birêz Ocalan demildest bi lijneyê re bicive’ 2026-10-23 09:08:01   ENQERE - Parlametnera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş da zanîn ku statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pêşketina pêvajoyê girîng e û got: “Divê Abdullah Ocalan demildest bi lijneyê re bê gel hev. Divê dest bi xebatan bê kirin û tecrîd bê rakirin.”   Piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kir şûnde, qanûna mayînde ya ku zemîna hiqûqî ya pêvajoyê ava dikir, di 10’ê Tebaxê de di Lijneya Giştî ya Meclîsê de bi 467 dengî hat qebûlkirin. Tevgera Azadiya kurd daxuyand ku hêzên xwe ji sînorên nav Tirkiyeyê vekişandiye, piştî Zapê jî ji Metînayê vekişiyaye. Tevî vê hîna rapora teyît-tespîtê ya der barê pêvajoya çekberdanê ya Lijneya Ewlehiya Netewî hîna derneketiye. Komîsyona Aştî û Siyasîbûnê ya ku wê Abdullah Ocalan li serê wê be û komîsyona şopandina di bin banê meclîsê de jî tevî ku Meclîs di 1’ê Cotmehê de vebû jî hîna nehatine avakirin.   Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş der barê mijarê de axivî.   ‘Nezelalî bandorê li ser baweriya bi pêvajoyê dike’   Sabahat Erdogan Saritaş da zanîn ku tevî qanûn du meh in ketiye meriyetê û bi tespît û teyîta Lijneya Ewlehiya Neteweyî ve hatiye girêdan jî rapor derneketiye û ev jî bêbawerî û nezelaliyê diafirîne. Sabahat Erdogan Saritaş wiha anî ziman: “Hemû gavên bên avêtin bi raporê ve hatiye girêdan, ev jî bêbaweriya civakê ya li hember dewletê zêde dike. Qanûnên derdikevin bandorê li hemû pêvajoyê dikin. Ev du sal in pêvajo didome û tevî divê saziya siyasetê hîn bêtir bi bandor be, nezelaliya der barê rapora bê derketine de bandorê li pêvajoyê dike.”   ‘Komîsyon divê li gorî cidiyeta pêvajoyê be’   Sabahat Erdogan Saritaş daxuyakirin ku di dîroka parlamentoya Tirkiyeyê de cara yekemîn bi nûneriya 476 dengî qanûn derketiye û wiha bi lêv kir: “Gavên ji vir şûnde jî divê wisa bidomin. Ev hejmara dengan girîngiya rola meclîsê nîşan dide. Ji bo komîsyona li meclîsê tê avakirin, heyeta Îmraliyê, hevserokên giştî yên DEM Partiyê ji bo li gorî cidiyeta pêvajoyê komîsyon bê avakirin hevdîtin pêk anîn. Ji destpêka pêvajoyê de xebatên me yên bi hemû aliyan re ji STK’yan heta hemû aliyên civakî re didomin.”   ‘Avakirina şert û mercên azad ên Birêz Ocalan girîng in’   Sabahat Erdogan Saritaş anî ziman ku li gorî pêvajoyê divê Abdullah Ocalan ne di bin tecrîdê de be û wiha domand: “Ji bo başiya pêvajoyê divê hemû rêyên têkiliyê, hevdîtinê vekirîbin. Ya pêvajo heta vê nokteyê aniye Birêz Ocalan e. Ne aktorekî bi gelê Kurd û tevgera Kurd sînor e. Li her alî cîhanê dibe îlhama çavkaniyê. Gelek tevgerên enternasyonal, saziyên navneteweyî dixwazin bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Rola Birêz Ocalan tenê bi pêvajoya çekberdanê bi sînor nîne. Perspektîfeke der barê pêşeroja Rojava de datîne pêş me. Ji ber vê jî dema ku hevdîtinên bi Birêz Ocalan re bi sînor bimîne, ev di rewşeke konjokturel de sînordar dimîne. Avakirina şert û mercên azad ên Birêz Ocalan girîng in. Tecrîd bandorê li pêvajoyê dike.”   ‘Divê bi gel re bê cem hev’   Sabahat Erdogan Saritaş wiha dirêjî dayê: “Li her derê pirsa ‘wê pozîsyona Birêz Ocalan çibe’ derdikeve pêş me. Gelek kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin hene. Muxatabê pirsa ‘Ocalan di vê mijarê de çi difikire’  raste rast Birêz Ocalan e. Divê her kes xwe bigihîne wî. Divê gel bi Birêz Ocalan re bi awayekî fîzîkî bê cem hev. Divê hevdîtin bi heyetê sînor nemînin. Divê hevdîtinên aktor bi hinek kesan bi sînor nemîne. Divê her kes bikaribe bi aktorê pêvajoyê re hevdîtinê bike.”   ‘Nêzîkatiya desthilatdariyê ne cidî ye’   Sabahat Erdogan Saritaş di berdewamiyê de anî ziman ku gelek gav girêdayê biryara MGK’ê ye û komîsyona wê bin banê meclîsê de bên avakirin jî ji ber vê hîna nehatiye avkairin. Sabahat Edogan Saritaş ev tişt anî ziman: “Nêzîkatiya desthilatdariyê ya li dijî pêvajoyê ne cidî ye û pêvajoyê dike xetereyê. Rola birêz Ocalan pir girîng e. Rêveberiya tevgerê dibêje heta lijne neyên avakirin pêvajo qels e. Rewşeke ku gavên yek alî tên avêtin heye.”   ‘Statuya Ocalan girîng e’   Sabahat Erdogan Saritaş wiha dawî lê anî: “Lijneya ku wê Abdullah Ocalan li ser be girîng e. Statuya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan ji bo pêşketina pêvajoyê girîng e. Divê Abdullah Ocalan demildest bi lijneyê re bê gel hev. Divê dest bi xebatan bê kirin û tecrîd bê rakirin. Ji bo veger jî destpê bikin gavên ku baweriyê didin divê bên avêtin.”