Li Kobanê û Qamişloyê pakrewanên çapemeniyê hatin bibîranîn 2026-10-12 14:45:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Dilîşan Îbîş, Hogir Mihemed, Davut Erdemcî û Mihemed Reşo li Qamişlo û Kobanê hatin bibîranîn.   Dilîşan Îbîş û Hogir Mihemed nûçegihanên ANHA'yê bûn û di 12'yê Cotmehê 2017'an de li ser rêya Hesekê û Dêrazorê di hemleya rizgarkirina Dêrazorê de hatin qetilkirin. Davut Erdemcî (Welat) di 10'ê Cotmehê 2019'an di encama bombebaranê de li bajarê Serêkaniyê û Mihemed Reşo jî di 14'ê Cotmehê 2019'an de di encama êrişê de hatin qetilkirin. Li Kobanê û Qamişloyê merasîma bi bîranînê hat lidarxistin.   Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ), Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) û malbatên şehîdan, şehîdên çapemeniyê bi bîr anîn.    Qamişlo    Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) merasîma bîranînê ya Dilîşan Îbîş, Hogir Mihemed, Mihemed Reşo û Davut Erdemcî organîze kir. Merasîm li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan pêk hat, hevserokên YRA'yê, nûnerên YRJ’ê û xebatkarên ANHA'yê û gelek rojnamevan tev li merasîmê bûn.   Di merasîmê de rojnamevan Zinar Cafer axivî û got em ê her tim pênûsa şehîdan rakin, pê dengê heqîqetê bigihînin gel û armancên hevalên xwe yên şehîd pêk bînin.   Her wiha li ser navê ANHA'yê rojnamevan Ekrem Berekat axivî, di şoreşê de têkoşîna şehîdên çapemeniyê bi bîr anî û got şehîdên çapemeniyê di hemû şert û mercên şoreşê de berpirsyar nêz bûn û ji xebatên çapemeniyê canê xwe feda kir. Berekat di dawiya axaftina xwe de got îro êrîş li ser ziman û çanda gelê Kurd tê kirin, dixwazin dawî li hebûna neteweyî ya gelê Kurd bînin û diyar kir ew ê têkoşîna hevalên xwe yên rojnamevan ku şehîd bûn, dewam bikin.   Merasîm bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.   Kobanê    Li bajarê Kobanê rojnamevan û malbatên Dilîşan Îbîş di salvegera 9'emîn a şehadeta wê de bi bî ranî. Piştî deqeyeke rêzgirtinê endama YRJ’ê Sîlva Îbrahîm axivî. Sîlvayê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku şehîdên rojnamevan barê heqîqetê hilgirt ser milê xwe.   Endamê Rêveber yê Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) yê bajarê Kobanê Mihemed Mistefa bal kişand ser berxwedana rojnamevanan û anî ziman ku şehîd Dilîşan Îbîş jî heta dawiyê li pey şopa rastiyê bû û got: “Ji bo ragihandina bûyerên li Dêrezorê û Reqayê bê hempa bi kameraya xwe li ber xwe dida. Em ê tu carî wê kedê ji bîr nekin.”   Di çalakiya bîranînê de gul li ser gora şehîd Dilîşan Îbîş hatin çandin. Piştî wê malbat û rojnamevanên amade berê xwe da gora şehîd Mustefa Mihemed û li wir ew jî li ser gora wî bi bîr anî.