Raportora Taybet a NY’ê destek da kampanyaya ‘Sêşema Ji Darvekirinan re Na’ 2026-10-12 14:17:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî Gîna Romero ragihand ku ew ê ji derveyî girtîgehê tevlî greva birçîbûnê bibe da ku piştgiriyê bide girtiyên ku her Sêşem ji bo protestokirina darvekirinan di greva birçîbûnê de ne.   Gîna Romero, ji sala 2024’an vir ve Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Mafê Azadiya Civîn û Rêxistinbûna Aştiyane ye. Gîna, duh peyameke vîdyoyî û rêze postên li ser tora civakî ya X’ê weşand. Gîna, ragihand ku ew ê roja Sêşemê ango 13’ê Cotmeha 2026’an, ji bo hevgirtina bi girtiyên ku li Îranê li dijî cezayê darvekirinê xwepêşandan dikin, tevlî kampanyaya ‘Sêşema Ji Darvekirinan re Na’ bibe.   Gîna Romero ya ji Kolombiyayê ye, her wiha bikaranîna cezayê darvekirinê ya li dijî kesên ku  ji ber bikaranîna mafên xwe yên bingehîn di nav de azadiya derbirînê, civîn û rêxistinbûnê û beşdariya siyasî rastî cezayên giran hatine, rexne kir. Wê daxwaza rawestandina tavilê ya darvekirinan, betalkirina cezayên darvekirinê yên ku di pêvajoyên dadwerî yên niheq de hatine dayîn û çavdêriya serbixwe ya rewşa girtiyên ku bi darvekirinê re rû bi rû ne kir.   Raportora Taybet bi destnîşankirina xwepêşandanên Çileya 2025’an, got ku di van xwepêşandanan de bi hezaran xwepêşander hatine kuştin û ji Adarê vir ve herî kêm 46 xwepêşander hatine darvekirin. Wê ev yek wekî hejmara herî zêde ya darvekirinên siyasî ya di nêzîkî 14 salan de bi nav kir.   Gîna Romero hevxemiya xwe bi malbatên xwepêşanderên darvekirî re anî ziman û li ser xetera darvekirina çend xwepêşanderên din hişyarî da.   Kampanyaya ‘Sêşema Ji Darvekirinan re Na’, di Çileya 2024’an de bi grevên birçîbûnê yên heftane yên girtiyan dest pê kir û hêdî hêdî ber bi girtîgehan ve berfireh bû. Li gorî daxuyaniya hefteya 141’emîn a kampanyayê, di 6’ê Cotmeha 2026’an de girtiyên li 66 girtîgehên Îranê beşdarî vê tevgera protestoyê bûne.