Şandeya Bakurê Kurdistanê serdana Jinwarê kir 2026-10-10 14:23:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya ku di 7’ê Cotmehê de ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojava bû, piştî serlêdana saziyên li herêmê îro serdana Jinwar kir.   Şandeya ku di 7’ê Cotmehê de ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojava bû, piştî serlêdana saziyên li herêmê îro serdana Jinwar kir.    Şande li nava Jinwar geriya, serdana Akademiya Jinwar, klînîka Tiba Xwezayî, Mala Zarokan kir, bi jinan re hevdîtin kir. Her wiha agahî li ser avakirina û armanca avakirina Jinwar kom kir. Ji bo pêşxistina projeyên bi vî awayî agahî li ser şêwazê avakirina Jinwar girtin.   Piştî serdanê dê şande vegere bajarê Qamişloyê.   Şande ji hevşaredara Mêrdînê û hevberdevka Komîteya Dîplomasiyê ya Rêveberiyên Xwecih Devrîm Demîr, hevşaredara navçeya Yenîşehîr a Amedê Safiya Akdag, hevşaredara navçeya Farqîn a Amedê Sevîm Bîçîçî, hevşaredara Tetwanê Belkîze Beştaş Epozdemîr û endama Komîteya Dîplomasî Rûken Demîr pêk tê.