Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin 2026-10-10 12:51:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi dirûşma "Li gel Jineolojiyê ber bi avakirina jiyana azad a komînal" Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê tê lidarxistin. Wê rola Jineolojiyê û tecrûbeyên li Ewropayê bên gotûbêjkirin.   Wê li Hollandayê di navbera 16-18’ê Cotmehê de bi dirûşma "Li gel Jineolojiyê ber bi avakirina jiyana azad a komînal" Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê were lidarxistin. Konferansa ku wê li gel organîzasyona endamên Akademiya Jineolojiyê û Komîteya Jineolojiyê ya Ewropayê were lidarxistin, wê li gel sernavê sereke yê "Di avakirina jiyana demokratîk û komînal de rola Jineolojiyê" were kirin.   Di konferansê de wê mijarên weke têkoşîna azadiya jinan a xebatên Jineolojiyê yên li Ewropayê tên birêvebirin, hilberîna agahiyên alternatîf, tecrûbeyên jiyana kolektîf û tecrûbeyên têkildarî perwerdeya demokratîk û piştevaniya komînal werin nirxandin. Her wiha pêşxistina rola Jineolojiyê ya di avakirina civakî de û diyarkirina nexşerêya serdema li pêşiya me tên armanckirin.   Di çarçoveya konferansê de wê tecrûbeya deh salan a xebatên Jineolojiyê yên li Ewropayê ji aliyê dîrokî, civakî û rêxistinî ve were nirxandin. Girêdayî perspektîfa civaka komînal û demokratîk wê rola Jineolojiyê ya di avakirina civakî de û modela birêxistinbûna serdema nû werin nîqaşkirin.   Bernameya konferansê ya ku nîqaşkirina hedefên stratejîk û standina biryarên hevpar armanc dike, wê weke lidarxistna sê rû niştinên sereke û heft komxebatan derbas bibe.   Serenavên komxebatan bi vî rengî ne:   "* Li Ewropayê modela birêxistinbûna Jieolojiyê   * Pedagojiya Jineolojiyê   * Veguherîna malbat û civakê û veguherîna mêran   * Bîra jinan û berxwedana çandî   * Jinên ciwan û Jineolojî   * Jiyana civakî ya ekolojîk û Jineolojî   * Girîngî û birêxistinbûna xebatên çapemenî û weşanê"   Di heman demê de wê di çarçoveya azadkirina agahiyan de wê li gel arman û rêbazên lêkolîna Jineolojiyê û ji perpektîfa modernîteya demokratîk rola civakî ya akademiyên Jineolojiyê were nîqaşkirin.   Di beşa dawîn a konferansê de wê encamên heft komxebatan werin parvekirin û biryarên hevpar werin girtin. Li gel diyarkirina encamnameya nîqaş û biryarên ku wê sê rojan berdewam bike, wê konferans bi dawî bibe.