Deriyên girtî, erdên dorpêçkirî: Komploya Navneteweyî 2026-10-07 09:08:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Di salvegera 28'emîn a Komploya Navneteweyî de, nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûyerên pişt perdê yên pêvajoya ji Sûriyeyê heta Îmraliyê ronî dikin. Abdullah Ocalan bal kişand ser rola dewletên Ewropî û got: "Em ê ji bo têkbirina van lîstikan ji bo çareseriyek demokratîk zextê bikin. Rêyeke din tune. Ev pirsgirêk an bi şer kûrtir dibe an jî bi aştiyê û çareseriyek demokratîk pêş dikeve" û careke din îşaret bi rêya aştiyê kir.   Bi ser Komploya Navneteweyî de 28 sal derbas bû. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 9’ê Cotmeha 1998’an de bi komployek navnetweyî ji Sûriyeyê neçar ma derkeve. Di 15’ê Sibata 1999’an de revandin û anîn Tirkiyeyê. Abdullah Ocalan ku pêvajo wek "operasona NATO-Gladyo", "destpêka sêyemîn şerê cîhanê", "mudaxaleya ewil a li Rojhilata Navîn" girt dest, di serî de bi destê DYA, bi destê gelek hêzên navneteweyî û herêmî gav bi gav hat meşandin.    Di navbera PDK-YNK-DYA’yê de peyman hat îmzekirin    Mehek beriya 9’ê Cotmeha 1998’an  ji bo Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê bê derxistİn zext li hikûmetê hatin kirin. Fermandarê Hêzên Bejahî Atîlla Ateş di 16’ê Îlonê de li sînorê Sûriyeyê daxuyanî da û hikûmeta Sûriyeyê hat tehdîdkirin û xwest Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê bê derxistin. Rojek piştî vê di 17’ê Îlona 1998’an de vê carê hevkariya Kurd ket dewrê û serokê PDK’ê Mesut Barzanî, bi tevlibûna DYA û Îngîlîstanê gazî Enqereyê hat kirin. Piştre jî bi serokê YNK’ê re hatin gel hev. Li Washîngtonê di navbera PDK-YNK-DYA’yê de peyman hat îmzekirin. Bi vî awayî hêz tevli komployê hat kirin.   Yek ji gavên komploya li hember Abdullah Ocalan, daxuyanî û peyama ku 30’ê Îlona 1998’an de serokomarê Tirkiyeyê Suleyman Demîrel piştî civîna MKG’ê dabû. Suleyman Demîrel di axaftina xwe de tehdîda wê bi leşkerî mudaxaleyê Suriyeyê bikin, kir. Di 3’yê Cotmehê de li Îskenderunê DYA’yê bi tevlibûna hezaran leşkerî tatbîkat pêk anî. Israîlê li Girên Golan hêzên xwe bi cih kir. Tirkiyeyê jî ji Hatayê heta Cizîr a Şirnexê  yanî li sînorê Sûriyeyê leşker bi cih kir. DYA, Misir, Suudî Erebîstanê zext li Sûriyeyê kir.   Abdullah Oclaan dibin Moskovoyê   Sûriye li dijî van zextan serî tewand û xwest Abdullah Ocalan ji welatê wan derkeve. Abdullah Ocalan 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Şamê çû Atîna ya Yewnanîstanê. Lê wezîrê veguhestinê yê berê yê Yewnan  û parlamenterê PASOK Kostas Baduvas soza dabû neanî cih û Abdullah Ocalan pêşwazî nake li şûna wî  Savvas Kalenterîdîs û  rayeyê payebilind yê îstîxbaratê Stavrakakîst pêşwzî dike. Daxwaza îltîca Abdullah Ocalan nayê qebûl dikirin û dibêjin demildest ji Yewnanîstanê derkeve. Heman rojê Abdullah Oclaan dibin Moskov a Rûsyayê. Li wir 33 rojan dimîne.   9 roj dem tê dayîn   Serokwezîrê Tirkiyeyê yê demî Mesut Yilmaz daxuyand ku îstîxbat girtine ku Abdullah Ocalan li Rûsyayê ye. Li ser vê Abdullah Ocalan ji bo starbûnê serî li  baskê jêr yê Parlamentoya Rûsyayê, Duma dide.  4’ê mijdara 1998’an ev tê qebûlkirin. Berdevkê wezareta karê derve yê DYA’yê James Rubîn got divê kes daxwaza Abdullah Ocalan qebûl nake. Tevî biryara, serokwezîrê Rûsyayê dixwaze Ocalan ji Rûsyayê derkeve, 9 roj demê didê.   Abdullah Ocalan li ser hrewldanên parlamenterê Îtalyan Roman Mantovanî di 12’yê mijdarê de diçe Îtalyayê. Abdullah Ocalan çawa diçe Romayê tê girtin. Serî li starbûnê dide. Lê li hember Îtalyayê jî zext tên kirin. Wezîrê karê derveyê DYA’yê  Madeleîne Albrînght got divê tu welat Abdullah Ocalan qebûl nake û bi sekreterê giştî yê NE’yê re hevdîtinê dike. Abdullah ocalan vê pêvajoyê wek ‘kesê li Ewropayê nayê xwestin’  dinirxîne.   Abdullah Ocalan piştî zextan dîsa diçe Rûsyayê. Abdullah Ocalan li wir qet dernaxin derve. Rûsya carek din naxwaze Abdullah Ocalan li welatê wan bimîne. Ocalan di 20’ê Çileyê 1999’an de dibin gundekî paytexta Bîşkek a Tacîkîstanê. 8 rojan li wir dimîne di 28’ê Çile de dîsa dibin Moskovê. Di 29’ê Çileyê 1999’an de dîsa dibin Yewnanîstanê.   Balafir nayê daxistin   Di 30’ê Çile de wezîrê karê derve yê demî yê Yewnanîstanê Teodoros Pangalos dixwaze bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Lê Abdullah Ocalan tê tehdîdkirin û dixwaze ji Yewnanîstanê derkeve. 31’ê Çilede bi hewldanên Yewnanîstanê dibin paytexta Rusya Sîpî Mînskê. Biryar hatibû dayîn ku balafir neyê daxistin.  Hêzên navneteweyî di mijara ku Abdullah Ocalan li cihekî nemîne hemfikr bûn. Li ser vê Abdullah Ocalan ji wir vedigere Atînayê.  Abdullah Ocalan 2’yê Sibata 1999’an de ji Yewnanîstanê dibin paytexta Naîrobî ya Kenyayê.  Abdullah Ocalan ji aliyê sefîrê Kenyayê Kostoulans ve tê pêşwazîkirin.    15 Sibatê...   Abdullah Ocalan li Kenyayê heta 15’ê Sibatê li seferatxaneya Yewnanîstan a Kenyayê tê girtin. Di encama bazara tê kirin de biryar didin ku Abdullah Ocalan radestê Tirkiyeyê bê kirin. Li Tirkiyeyê amadekarî tên kirin. Girtîgeha Îmraliyê tê valakirin û ji nû ve tê avakirin.  Abdullah Ocalan ku bi şerta biçe Holandayê ji avahiya seferatxaneyê veqetiya, ji balafirgeha Naîrobî bi korsanwarî revandin û anîn Tirkiyeyê.   'Şerê Cîhanê yê Sêyemîn hat destpêkirin'   Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên berê de wiha bal dikişîne ser Komploya Navneteweyî: “Ji Sûriyeyê derketin û anîna Tirkiyeyê destpêka mudaxaleya Rojhilata Navîn e û xistina dewrê ya senaryoya dagikirina Iraqê ye. Senaryoya dagirkirina Iraqê jî girêdayê teslîmkirina min e. Dagirkirin bi operasyona li hember min dest pê kiriye. Heman tişt di dagirkirina Afganîstanê de jî derbasdar e. Pêkhatina Projeya Rojhilata Navîn a Mezin gava ewil û operasyonek li hember min e. Ya rast yek ji gavên diyarker ên bicihanîna Projeya Rojhilata Navîn a Mezin û gava wê ya destpêkê operasyona li dijî min bû. Ecevît belasebe negot, 'Min kir nekir fêhm nekir ku çima Ocalan teslîm kirin'. Çawa ku Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi kuştina Welîahdê Awûstûryayê bi destê neteweperestekî Sirp dest pê kir, 'Şerê Cîhanê yê Sêyemîn' jî bi operasyona li dijî min hatibû destpêkirin. Roja 15’ê Sibatê ne roja şînê ye; roja aqilgirtin û erkên xwe derxistina zanebûnê ye, roja eşkerekirina komployê ye. Komploya ku dixwazin di şexsê min de pêş bixînin, gelek kûr e. Em aqlê selim nêzikbûn û bi zanistî tevgeriyan. Ez li vê derê, her roj di nav berxwedanekê de me. Bi sebir, dirayet û têgihiştibûneke bilind berxwedaneke mezin didim. Dirayet serkeftinê jî pêk tîne. Di alî PDK’ê de jî xwestin avabûneke Kurdên Spî ava bikin.   Sêyemîn şerê cîhanê rast e û navenda wê Rojhilata Navîn e. Tiştên li Iraqê tên jiyîn nîşan didin ku şerê li vir tenê welatekî eleqeder nake û têkildarî hebûn û berjewendiyên hêzên hegemonîk yên cîhanê ne. Ev şer bi bêbadorkirina Îranê, bi îstîkrarkirina Iraq û Afganîstanê û her wiha ger ku Çîn û Latîn Amerîka ji tehdîdbûnê derkeve dikare bidawî be. Ji ber vê em hîna di navîna şer de ne. Ev demekê dikare bidome. Carna dîplomasî carna jî tundî wê zêde dibe. Wê krîzên aborî mudaxale bikin. Niha baş tê fêmkirin ku operasyona li hember çawa di asta navneteweyî de pêk hatiye û operasyona herî mezin a NATO’yê ye.   Bêguman hêzên hegemonîk her tim şerên mezin de biser nakevin. Gel jî dikarin gelek tiştî bidest bixin. Heta hêzên hegemonîk bi pergalî dikarin winda bikin, gel jî bi pergalî dikarin bi ser kevin.”   Abdullah Ocalan li dijî komploya ji 9’ê Cotmeha heta 15’ê Sibatê bi encam bû ev nîv çaryeke li grava Îmraliyê berxwe dide. Li wir ji bo hemû pirsgirêka perspektîfa çareseriyê danî holê. Ji bo azadya Abdullah ocalan jî di asta global de têkoşîn didome. Bi ser komployê re 28 sal derbasbû.