Yekemîn Civîna Kedê ya Jinan li Mêrdînê tê lidarxistin 2026-09-28 10:29:25   MÊRDÎN - Civîneke kedê ya jinan dê li Mêrdînê were lidarxistin; ev çalakî bi mazûvaniya Şaredariya Artûkluyê û bi koordînasyona Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a GABB'ê pêk tê.   Civîneke kedê ya jinan dê bi mazûvaniya Şaredariya Artûkluyê û bi koordînasyona Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Yekîtiya Şaredariyên Anatolyaya Başûrê Rojhilat (GABB) were lidarxistin.   Çalakî dê di rojên 2, 3 û 4'ê Cotmehê de, li kêleka navenda danûstandinê ya Mardian Mall a li Artûkluyê, bi beşdariya jinên hilberîner ên herêmê û bi piştgiriya şaredariyên Nisêbîn, Kerboran, Artûklu, Şemrex û Dêrikê were lidarxistin.