‘Kurdî ne derseke bijarte, divê bibe zimanê perwerdehiyê' 2026-09-16 14:57:43   WAN - Komeleya ARSÎSA'yê ya Erdîşê bi boneya destpêkirina serdema nû ya perwerdehiyê li pêşiya avahiyê komeleyê daxuyanî da û got: “Divê Kurdî ne derseke bijarte be, divê bibe zimanê perwerdehiyê.”   Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya ARSÎSA'yê ya Erdîşa Wanê, bi boneya destpêkirina serdema nû ya perwerdehiyê li pêşiya Midûriyeta Perwerdehiyê ya Neteweyî ya navçeyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dovîzên “Zimanê me hebûna me ye”, “Kurdî dayîka me ye”, “Bê ziman jiyan nabe”, “Ziwanê min qedexe meke” û “Ma statuyê bi Kurdî wazenê” hilgirtin û pankarta “Bila Zimanê KURDî, Bibe Zimanê Fermî” hat vekirin. Daxuyanî ji aliyê mamosteyê zimanê Kurdî û rêveberê ARSÎSAyê Mecît Sargut ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku milyonan zarok çûne dibistanan, zarokên Kurd dîsa bi pirsgirêka zimanê dayîkê re rû bi rû mane, hat destnîşan kirin ku zarokên Kurd li dibistanan bi zimanê zikmakî perwerdehiyê nabinîn.   Di berdewama daxuyaniyê de hat zanîn ku mijara zimanê dayîkê bi aştî û wekheviyê ve girêdayî ye û wiha berdewam kir daxuyanî: “Aştî bi gotinan tenê nayê avakirin. Aştî bi gavên şênber, bi pejirandina mafan û bi avakirina baweriyê pêk tê. Heke em behsa aştiyê, çareseriyê û siberojeke hevpar dikin, divê astengiyên li pêşiya gotûbêjê bên rakirin û mafên zimanî bên pejirandin.   Ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye, ziman bi xwe hebûn e. Zarokekî 6-7 salî dema dest bi dibistanê dike û zimanê wî tê qedexekirin. Ew vê yekê, wek qedexekirina hebûna xwe, hîs dike. Zimanê me hebûna me ye, zimanê me rûmeta me ye.   Divê di vê sala nû ya xwendinê de Kurdî ne wek derseke bijarte, lê wek mafekî bingehîn û xwezayî bibe zimanê perwerdehiyê. Perwerdehiya bi zimanê dayîkê ji bo pêşketina zanistî, hişî û civakî ya zarokan jêveneger e.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.