Ji qetilkirina Jîna Emînî ber bi serhidana ‘Jin Jiyan Azadî’ 2026-09-12 09:08:32   Dîlan Babat   NAVENDA NÛÇEYAN - Jîna Emînî di 13’ê îlona 2022’an de li Tehranê ji aliyê ‘polîsên ahlaqê’ve  hat binçavkirin û piştî îşkenceya giran ku rakirin nexweşxaneyê di 16’ê îlona 2022’an de jiyana xwe ji dest da. Piştî qetilkirina wê protestoyên li Seqizê dest pêkirin, ev protesto bi dirûşma  "Jin jiyan azadî" li hemû Rojhilat, Îran û cîhanê belav bûn.   Jina Kurd Jîna Emînî di 13’ê îlona 2022’an de li Tehranê ji aliyê ‘polîsên ahlaqê’ ve hat binçavkirin û sê roj şûnde jiyana xwe ji dset da. Serhildana ku piştî qetilkirina wê dest pê kir bi pêşengiya jinan li hemû cîhanê bi dirûşma"‘jin jiyan azadî" belav bû.Li zanîngeh, dibistan, tax û her derê Îranê û rojhilatê Kurdistanê prostetoyan dest pê kir û di êrîşan de gelek kes hatin qetilkirin û der barê gelek kesî de biryara darvekirinê hat dayîn.   Me di nûçeya xwe de serhildana ‘Jin jiyan azadî’ ya piştî qetilkirina Jîna Emînî roj bi roj çawa mezin bûye girt dest.   Jîna Emînî ya 22 salî ku li Seqiz a Rojhilat dijiya bi malbat axwe re di 13’ê îlonê de çû Tehranê û ji aliyê polîsên ahlaqê ve hat binçavkirin û tevî îtîrazên malbatê birin Navenda Binçavkirinê ya Vozara.   Di binçavan de hat qetilkirin   Di bin çavan de îşkenceyên giran lê hatin kirin û di 16’ê îlonê de jiyana xwe ji dset da. Protestoyên destpêkirin bi mehan berdewam kirin, bi pêşengiya jinan veguherîn serhildanê.   14’ê îlonê: Derket holê ku di komayê de ye   Jîna ku birin nexweşxaneya Kasra hişê wê girtî bû û hat diyarkirin ku rewşa wê xirab e. Parêzvanên mafan diyar kirin ku Jîna rastî îşkenceyê hatiye û divê berpirs bên darizandin.   Di 15’ê îlonê de îdiayên tundiyê belav bûn   Şahidan diyar kirin ku hêzên rejîmê tundî li Jînayê kirine, mêjiyê wê zirarek mezin dîtiye. Hêzên rejîmê îdia kirin ku îşkence li Jînayê nekirine. Malbatê diyar kir ku ev tu rastiyê nîşan nade, keça wan bi îşkenceyê ketiye komayê.     Di 16’ê îlonê: de Jîna Emînî jiyana xwe ji dest da   Jîna Emînî ku sê rojan di beşa giran de hat dermankirin di 16’ê îlonê de jiyana xwe ji dest da û piştî agahiya mirina wê hat li ber nexweşaneya Kasra protestoyan dest pê kir. Jîna Emînî ket rojeva cîhanê û serokomarê Îranê got talîmata lêpirsîna bûyerê daye.  Polîsên Tehranê gotin Jînayê ji ber pirsgirêka dil jiyana xwe ji dest daye. Malbatê ev red kir û gotin tu pirsgirêka keça wan tune bû.   Di 17’ê îlonê de cenaze birin Seqîzê   Cenazeyê Jîna Emînî di 17’ê îllonê de li Seqziê hat definkirin. Bi hezaran kes tevli merasîma cenaze bûn û jina laçikên xwe derxistin û bûyer protesto kirin. Li ser goristanê dirûşma "Jin jiyan azadî"  hat berzkirin. Dirûşme veguherî sembola berxwedanê.   Di18’ê îlonê de protesto li Rojhilat belav bûn   Di roja duyemîn a protestoyan de, li geleek bajaran gel daket kolanan û daxwaz kir ku dawî li darê zorê yê sergirtinê bê anîn. Jinan di eniya pêş de bi dirûşma  "Jin jiyan azadî" bertek nîşanê polîtîkayên Îranê dan.   19’ê îlonê banga grevê bersiva xwe dît   Li ber banga partî û rêxistinên li Rojhilat li Seqiz, Sîne, Dîwandere, Mehabad, Bogan û gelek cihên din dukan hatin girtin,xwendekar, kedkar, aliyên cda û yên civakî piştgirî dan grevê Li Tehran, Reşt, Îsfan û Meşhedê jî çalakî pêk hatin. Xwendekaran zanîngeh boykot kirin. Hêzên rejîmê êrîşî xwendekaran kirin. Heman rojê di serî de li Seqiz û Sîneyê li gelek bajaran telefon û înternet hatin sînorkirin.   Di 20’ê îlonê de çalakî li gelek bajaran belav bûn   Di demek kur d e çalakî li gelek eyaletên Îranê belav bûn. Jinan laçikên xwe derxisitn, porê xwe birîn û polîtîkayên rejîmê protesto kirin. Rêxistina Efûyê got di 19-20’ê îlonê^de 8 kesî jiyana xwe ji dest dane.   Di 21’ê îlonê de înternet hat astengkirin   Li ser mezibbûna protestoyan xwegîhandina înternetê hat astegkirin. Instagram û Whatsapp hatin astenhkirin. Tevî vê bi riyên cuda dîmenên çalakiyan ji cîhanê re hat ragîhandin. Rêxistinên maf diyar kirin ku rejîma Îranê guleyên rast bi ser gel de direşîne.   22’ê îlonê rojnameger hedef hatin girtin   Rojnameger Nîlufer Hamedî ku rewşa Jîna Emînî ya nexweşxaneyê û bendewariya malbatê dikir nûçe hat binçavkirin. Her wiha gelek rojnamegerên din, aktîvîstin jin, xwendekar û parêzvanên maf hatin binçavkirin.   Di 23-24’ê îlonê de çalakiyan sînor bezand   Çalakiyên li Îran û Rojhilata Navîn li welatên cuda yên cîhanê belav bû. Ji Ewropayê heta Amerîkayê, ji Rojhilata Navîn heta Latîn Amerîkayê jin daketin kolanan, piştgirî da jinên Îranê.   Di 25-26’ê îlonê de li zanîngehan boykot   Lig elek zanîngehan xwendekaran ders boykot kirin. Tehran, Tebrîz, îsfahan, Şîraz û Meşhedê xwendekaran ji bo Jîna Emînî çalakî pêk anîn.     Di 27’ê îlonê de NY’ê bang kir   Neteweyên Yekbûyî (NY) fikarên xwe yên der barê êrîşên li hember protestoyan daxuyand û banga ‘hêza bê rêje bikar neyne’ kir.   Di 28’ê îlonê de Baraye bû strana protestoyan   Hûnermenda Îranî  şervîn Hacîpur ji peyamên çalakgeran yên li ser çapemeniya dijîtal strana bi navê ‘Baraye’ çêkir û weşand. Ev stran demek kurt de gihîst mîlyonan.   Di 29’ê îlonê de rojnamegera cenaze şopand hat binçavikrin   Rojnamegera cenazeyê Jîna Emînî şopand Elahe Muhammedî ji aliyê rejîmê ve hat binçvkirin.   Di 30’ê îlonê de li Zahîdan ‘îna bi xwîn’   Li bajarê Zahîdan piştî nimêja înê protesto pêk hatin û hêzên rejîmê gule reşandin ser çalakvanan. Bi dehan kesî jiyana xwe ji dset da. Komkujiya wek ‘îna bi xwîn’ hat binavkirin, bi îdayên destdirêjiya polîsekîya li hember zarokekî wek bertek pêk hat.   Di 1’ê cotmehê de jin li seranserê cîhanê li qadan bûn   Ji bo Jîna Emînî bi awayekî hevdem li gelek welatên cîhanê çalakî pêk hatin.   Di 2’ê cotmehê de zanîngeha Şerîf hat dagirkirin   Xwendekarên zanîngeha Şerîf a Tehranê çalakî pêk anîn û hêzên rejîmê êrîş kirin. Dora zanîngehê hat daropêçkirin û gule hatin reşandin.   Di 3’ê cotmehê de Hamaney çalakger hedef girtin   Lîderê olî yê Îranê Alî Hamaney  der barê protestoyan de daxuyanî da û protesto wek ‘serhildan’ bi nav kirin û got li pişt çalakiyan hêzên deryeyê îranê hene û çalakger sûcdar kirin.   Di meha cotmehê de berxwedana lîseyan bû kirde   Di meha cotmehê de xwendekarên lîseyê bi girseyî çalakî pêk anîn, xwendekarên keç serê xwe vekirin û bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" çalakî pêk anîn. Rejîmê êrîşÎ protestoyan kir û gelek kes qetil kirin.   26’ê cotmehê   Di roja 40’ê qetilkirina Jîna Emînî de bi hezaran kes hatin gel hev û meşiyan Goristaana Ayçî ya Seqizê.   Di 24’ê Mijarê de Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî der barê qetilkirina Jîna Emînî û protestoyên destpêkiriye de komîsyon ava kir.   Di kanûna 2022’an de rejîma Îranê der barê kesên tevli protestoyan bûye de biryarên darvekirinê da.   Komîsyona Lêkolîna Navneteweyî ya Ser bi xwe ya NY’ê da zanîn ku Jîna Emînî  di encama tundiya fîzîkî de jiyana xwe ji dest daye.