Li Rihayê qeza: Jin û zarokekî jiyana xwe ji dest da 2026-09-05 20:39:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser rêya Pirsûs-Bêrecûkê mînîbusek ji pişt ve li tirê qelibî û jinek û zaroka di mînîbusê de jiyana xwe ji dest dan.   Li ser rêya Pirsûs-Bêrecukê mînîbus ji pişt ve li tirê qelibî. Bi bandora lêketinê re çar kesên di mînîbusê de man û ekîbên hatin cihê bûyerê diyar kirin ku jin û zarokekî ku nasname ji ser wan derneket, jiyana xwe ji dest daye. Felek Aşan (40) û Saîd Aşan (57) jî ku bi giranî birîndar bûn rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê.   Rewşa du kesên birîndar krîtîke û der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.