Li Şengalê ji bo jinên ciwan perwerdeya jineolojiyê hat dayîn 2026-09-04 12:44:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan û Akademiya Jineolojiyê, li Şengalê ji bo jinên ciwan perwerdeya 4 rojan li ser mijarên bîrdozî û çandî hat dayîn.   Li Şengalê bi amadekariya hevbeş a Yekîtiya Jinên ciwan a Êzidxanê û Akademiya Jineolojiyê, ji bo jinên ciwan ên herêmê bernameyeke perwerdeyê ya çar rojan hat lidarxistin.   Perwerde bi mebesta xurtkirina zanebûna jinên ciwan û nasîna feraseta jineolojiyê hat organîzekirin. Di çar rojan de mijarên bi sernavê; ‘Hebûn, Xwebûn, Etîk-Estetîk û Jineolojî’ de perwerde hat dayîn.   Hem bîrdozî hem jî aktîvîteyên çandî   Bernameya perwerdeyê tenê bi dersên bîrdozî sînordar neman; ji bo xurtkirina têkiliyên civakî û çandî aktîvîteyên cuda jî hatin lidarxistin. Jinên ciwan di çarçoveya bernameyê de li fîlm temaşe kirin û çûn serdana cihên dîrokî û çandî yên li Şengalê.   Di roja dawî de diyariya bîranînê   Di roja dawî ya perwerdeyê de, ji bo bîranîna van rojan, ji her beşdareke ciwan re kartên taybet ên ku helbesta Rêber Apo li ser hatibû nivîsandin hatin diyarîkirin. Beşdaran diyar kir ku ev perwerde ji bo wan bûye ezmûneke girîng û hêzeke nû daye wan.