'Mayîndebûna aştiyê ji ewlehiyên hiqûqî derbas dibe' 2026-09-04 09:05:10   STENBOL- Îlknur Alcan aliyê hiqûqî yê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand û da zanîn ku divê statuya Abdullah Ocalan bê nasîn û bikeve bin ewlehiya hiqûqî.   Zemîna hiqûqî ya pêvajoya Aştî û Civaka Demokrtîk, statuya Abdullah Ocalan, rejîma înfazê ya li Îmrlaiyê û nîqaşên mafê hêviyê cihê xwe yê di rojevê de diparêzin.  Her wiha sernavên divê pêvajo tenê bi bêçekbûnê neyê sînorkirin, sedemên ku pevçûn derxistine holê ji holê bê rakirin û jin tevli pêvajoyên biryarê bibin jî yên herî zêde tên nîqaşkirinê ne. Delegeya Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê Îlknur Alcan der barê pêvajoyê de axivî.   ‘Abdullah Ocalan wek muxatab hat dîtin’   Îlknur Alcan da zanîn ku Abdullah Ocalan bi salane ji bo çareseriyê hewl dide û di asta niha de Abdullah Ocalan wek muxatab hatiye qebûlkirin û wiha got: “Abdullah Ocalan bi salane ji bo çareseriyê hewl dide. Gel û rêxistina wî ew muxatab girtin. Di asta niha de  Abdullah Ocalan di alî dewletê de jî wek muxatab hatiye dîtin.”   ‘Divê zelalî hebe’   Îlknur Alcan da zanîn ku di çarçoveya pêvajoyê de çar binkomîsyon hatine avakirin û yek ji van der barê koordînasyon bêçekbûn û stratejîk e û got: “Divê Abdullah Ocalan di van komîsyonan de aktîf rol bigire. Rayeyên komîsyonê her çiqas qanûna çarçoveyî derxistibin jî divê bandora wê tam bê diyarkirin. Di qanûnê de di heman demê de divê statuya Birêz Ocalan bê diyarkirin. Lê mixabin ev nehat kirin. Lê ev qanûna ewil e. Piştre wê qanûnên cuda bên derxistin. Divê biryarên van komîsyonan zelal bin.”   ‘Divê sedemên pevçûnan ji holê bên rakirin’   Îlknur Alcan  diyar kir ku bêpevçûnî tenê ji ser berdana çekan nikare bê nirxdandin û wiha berdewam kir: “Divê sedemên şer derdixin holê bên tespîtkirin û ji holê bên rakirin. Divê welatibûna wekhev û zimanê dayikê di pêvajoyê de wek rojevên esas bên nirxandin. Divê sedemên ku pevçûnan derdixin holê bên diyarkirin û j ev sedem ji holê bên rakirin. Ji van sedeman yên sereke daxwazên welatîbûna wekhev û zimanê dayikê ye. Ji bo bêpevçûn bidome divê ev pirsgirêk bên çareserkirin. Têkiliya ku Abdullah Ocalan di vir de datîne girîng e. Muxatabê pêvajoyê ji bo peywira xwe bi bandor pêk bîne hewce bi ewlehiya hiqûqî heye. Rola herî aktîf dikeve ser milê Birêz O calan. Ji bo vê divê ewlehiya qanûnî bê dayîn.”   ‘Abdullah Ocalan dixwaze di komîsyonan de rola aktîf bilîze’   Îlknur Alcan balkişand ser daxuyaniyên heyeta Îmraliyê û parêzerên Abdullah Ocalan û wiha domand: “Abdullah Ocalan dixwaze di komîsyonên avakirinê de rola aktif bilîze. Em dibînin ku Birêz Ocalan dixawze di komîsyonên bêçekbûn, siyasîbûn û aştiyê de rola aktîf bilîze. Yek ji çar komîsyonên hatine avakirin  Komîsyona Binî ya Kordînasyona Bêçekbûn û Stratejîk e. Ji bo Abdullah Ocalan rola xwe bilîze divê ev astengî ji holê bên rakirin.”   ‘Li Îmraliyê rejîma înfaza taybet pêk tê’   Îlknur Alcan got tecrîda li Îmraliyê ji aliyê hiqûqî yê pêvajoyê cudatir nikare bê nirxandin û biryar û hımên Konseya Ewropa û DMME’yê bi bîr xist û got: “CPT tecrîda li Îmraliyê wek rejîmeke înfaza taybet bi nav kir. Li Tirkiyeyê qanûnek înfazê heye û di wir de mafê girtiyan hatiye diyarkirin. Lê mixabin li Îmraliyê li gorî rejîmeke înfaza taybet tê bikaranîn.  Tirkiye neçare li gorî biryarên DMME’yê tevbigere. Tirkiye di mijar amafê hêviyê de beprise ku sererastkirina qanûnî bike.  Piştî biryara DMME’yê ya di 2014’an de, Konseya Ewropayê ji bo Tirkiyeyê gelek caran dem da û ya herî dawî heta Hezîrana 2026’an bû. Sererastkirina mijara gotinê tenê di alî Abdullah Ocalan de nayê nirxandin. Li Tirkiyeyê 4 hezar û 500 kes yên cezayên muebetê li wan haitne birîn hene. DMME’yê di 2014’and e biryar da. Divê tu kes seranserê jiyanê girtî nemîne.  Divê sererastkirineke ku hemû kesî dihewîne bê kirin.”   ‘Divê tecrubeya jinan veguheze pêvajoyê’   Îlknur Alcan di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku divê pevajo bi sererastkirinên siyasî û hiqîqî sînor nemîne û balkişand ser nûnreiya jinan  di mekanîzmayên biryargirtinê de. Îlknur Alcan anî ziman ku peymanên hiqûqî, aştî û civakî yên ku jinan nagirin navenda xwe  ne demokrtîk û mayînde ne. Îlknur Alcan wiha dawî lê anî: “Divê jin bi awayekî çalak di pêvajoyê de cih bigirin. Divê tecrubeyên jinan yên dema şer de veguhezin pêvajoyên muzakere û biryargirtinê de bên bicihkirin.  Pêvajoya aştiyê ya ku jin têde tunebin ne tam e. Ji bo aştiyeke mayînde divê jin aktîf cih bigirin.”