Karkerên fisteqan beramberê keda xwe nagirin 2026-09-03 09:02:49   Evîn Çîftçî   RIHA - Jinên di karê berhevkirina fisteqan de dixebitin, diyar kirin ku piştî karê li erdan, karê malê jî ew dikin û wiha gotin: “Rojaneya em digirin li hember krîza aborî dihele. Em tenê bîhna xwe digirin.”   Li Rihayê bi komkirina fisteqan re li  erdan xebateke mezin heye. Jinên karkerên ku ketine dema kar, sibehê zû radibin û diçin nav erdan, heta êvarê karê zor û zehmet dikin. Piştî karê li nav erdan, li malê jî hemû kar li bendê wan e. Jinên li dijî xizaniyê têdikoşin, rojaneyên digirin jî têrî tu hewcedariyê wan nake.   Li navçeya Xelfetî ya Rihayê jinên li nav erdên fisteqan dixebitin ji ajansa me re axivîn.   ‘Em tenê bîhna xwe digirin’   Zubeyde Yalçinkaya got aboriya heyî wan dide zorê û got: “Ez sibehê zû radibim, zarokan dihêlim û diçim fisteqan kom dikim. Ji bilî vê em sewalkariyê dikin. Em debarê bi tiştên wisa dikin. Dema vî karî dikim zehmetiyan dikşînim. Rojane têrî tiştekî nakin. Krîza aborî bandorek neyînî dike. Her tişt biha bûye. Zarok hebin û xwendekar bin jiyan zehmet e. Em dixwazin zarokan bidin xwendin lê em zehmetiyan dikşînin. Rewşa aboriya niha me dide zorê. Em nikarin bîhna xwe bigirin. Bila jin bixebitin û hewcedarê kesî nebin. Ez îro li vir dixebitim û ev ne tiştekî şerm e. Bila zarokên me hewcedarî kesî nebin.”   ‘Em nikarin hewcedariyên xwe bigirin’   Zahîde Guzel daxuyakirin ku rojaneyên digirin têrî lêçûna dibistana zarokekî nake û wiha dirêjî dayê: “Em sibehê zû radibin êmê sewalan didinê û diçin ser erd. Di vê germê de komkirina fisteqan zehmete. Germ bandor li me dike. Lê em neçarin. Wekê din çareya me tuneye. Lêçûnên dibistanê, yên malê zehmetin. Pereyê em digirin têrî tiştekî nakin.”   ‘Mesayî saet di 5’an de naqede’   Asya Yalçinkaya diyar kir ku rojaneyên digirin têrî titşekî nake û wiha pê de çû: “Em niha dema fisteqan d ene. Em sibehê zû tên ser erd. Karekî zehmete. Em sibehê saet di 6’an de destpê dikin. Êvarê heta 5’an dixebitin. Em tên malê îcarê karê malê heye. Em li malê nasekinin. Krîza aborî heye, her tişt bihaye. Rojaneyên em digirin têrî tiştekî nakin. Rewşa jinan zehmete. Hemû bar li ser milê jinan e.”   ‘Em nikarin li zarokên xwe binêrim’   Songul Bîlgîn jî destnîşan kir ku ji ber rewşa aborî nikarin li zarokên xwe binêrin û wiha pê de çû: “Em sibehê radibin, saet 5’an de tên vir. Heta 5’ê êvarê dixebitin. Zarokên min yên biçûk hene, dayika min pîr e, ez wan li malê dihêlim. Mala min li Dîlokê ye. Ez ji bo xebatê hatim vir. Em ji krîza aborî bandor dibin. Em nikarin zarokên xwe xwedî bikin.”   ‘Beramberê keda me tune ye’   Ayten Guzel jî wiha anî ziman: “Em beramberê keda xwe nagirin. Em seranserê rojê li nav erdin. Em diçin malê vê carê karê malê heye. Em nikarin runin. Em diçin kar, rojnameyên me têr nakin. Karê me ne hêsane. Debare zehmete.”