Li bajarên Cizîrê daxwazên perwerdeya bi zimanê Kurdî 2026-08-31 14:20:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekar û şêniyên bajarên Dêrik û Çilaxa di çalakiyên li hemberî biryara têkildarî zimanê Kurdî û perwerdeyê de daxwaza berfirehkirina fêrkirina bi zimanê Kurdî di qada perwerdeyê kir, zimanê Kurdî li kêlek zimanê Erebî bibe zimaneke neteweyî di materyal û hemû qonaxên xwendinê de.   Li bajarên Dêrik û Çilaxa yên herêma Cizîrê, ji bo redkirina biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Sûriyeyê (2068/964) ya danîna 3 dersan di hefteyê de ji bo dersa zimanê Kurdî çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de daxwaz hat kirin ku qada fêrkirina bi zimanê Kurdî bê berfirehkirin, ew li kêlek zimanê Erebî, bibe zimaneke esasî û niştîmanî di materyal û saziyên perewrdeyê.    Dêrik   Li Dêrikê xwendekar û şêniyan daxuyaniyek dan, daxuyanî ji hêla jina Ciwan Stêrvan Osman ve bi amadebûna şênî û xwendekaran hat xwendin.   Di daxuyaniyê de biryara wezaretê hat şermezarkirin û biryar hat redkirin. Hat diyarkirin ku li Rojava bi sala ye zimanê Kurdî beşeke sereke û girîng a perwerde, pêşketina akademîk a xwendekara ye. Perwerdeya bi zimanê dayîkê ji bo fêmkirinê esaseke. Tenê dayîna 3 saetan di hefteyê de zirarê li xwendekarên ku bi zimanê xwe yê dayîkê fêrdibin dike.   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew daxwaza pergaleke perwerdeyê ku zimanê Kurdî û Erebî, di nav de bi awayeke wekhev were dayîn dike. Perwerdeya bi zimanê dayîkê ne tenê daxwazeke çandî, ew beşek ji mafê me yê perwerdeyê ye.   Çilaxa   Li bajarê Çilaxa şêniyên bajêr li dibistana Zagros bi amadebûna şêniyên bajêr û bajarokên girêdayî wê, malbatên şehîdan û nûnerên partiyên Kurdî çalakiyeke protestokirinê li dar xist.   Di çalakiyê de beşdarvanan pankartên bi nivîsa “Zimanê me rûmeta me ye, zimanê me hebûna me ye” û “Zimanê Kurdî mafê me yê siyasî û destûrî ye” rakiribûn.   Di çalakiyê de daxuyaniyek ji hêla mamoste Henîfa Silêman ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de biryara dayîna 3 dersan di hefteyekê de hat redkirin, hat diyarkirin ku zimanê Kurdî ne tenê wesîleya danûstendinê, ew cewherê nasnameya çandî, civakî û dîrokî ya gelê Kurd e, perwerdeya bi zimanê Kurdî û axaftina bi zimanê Kurdî mafeke rewa ye wekî mafê hemû gelên li Sûriyeyê ye.   Di daxuyaniyê de daxwaza ji hikumeta veguhêz hat kirin ku ji vê biryarê vegere û careke din vê biryarê sererast bike, divê zimanê Kurdî li kêlek zimanê Erebî bibe zimaneke neteweyî li Sûriyeyê, divê derbasî hemû materyalên dibistanan û qonaxên xwendinê bibe.