Li Nisêbîne di roja ewil a bîranînê de bi hezaran kes tevli bûn 2026-08-27 17:43:18     MÊRDÎN – Ji bo bîranîna pakrewanên azadiyê ku di dem û li cihên cüda jiyana xwe ji dest dan li Nisêbînê bîranîn hat lidarxistin. Di roja ewil a bîranînê de bi hezaran kes tevli bûn.   Li Nisêbînê roja yekemîn a bîranîna şehîdan bi dawî bû navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Mêrdînê ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê bîranîn hat lidarxistin.   Ji saetên serê sibê heya danê êvarî bi hezaran welatî ji bo sersaxiyê bide malbatên şehîdan herikîn cihê bîranînê ya li Mala Şîne ya Şukru Akay a Goristana Haciyan hat lidarxistin. Welatî bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin cihê bîranînê.   Roja yekemîn a bîranînê bi berzkirina dirûşmeyan û tilîliyan bi dawî bû.