Li Bismilê ji bo têkoşerên azadiyê şîn hat danîn 2026-08-26 14:17:26   AMED - Li Bismilê ya Amediyê, ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, şîn hat danîn.   Bi MEBYA-DER'Ê, ji bo kesên ku di dem û cihên cûda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, şîn hat danîn. Li Mala Şînê ya Taxa Firatê ya li navçeya Bismilê ya Amediyê, wêneyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane li ser maseyan hatin danîn. Li gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsên "Şehîd qet namirin", "Şehîdên me rûmeta me ne" û "Şehîd rêya doza me ne" li cihê şînê hatin daliqandin.   Bi sedan kes beşdarî şînê bûn û sersaxî ji malbatan re xwestin.   Şîn dê sê rojan bidome.