‘Divê Abdullah Ocalan wekî rêberê Kurd di nav me de be' 2026-08-23 09:06:40   Rozerîn Gultekîn     AMED - Muhsine Aslan ku du xwişk û birayên wê tevlî têkoşîna azadiyê bûn jî bo qanûna çarçoveyî got ku ew li gel vê qanûnê erênî dibîne jî hîna gelek gav divê bên avêtin. Muhsîne Aslan bang li civakê jî kir ku piştgiriyê bidin pêvajoyê û got: "Divê Abdullah Ocalan wekî rêberê Kurd di nava me de be."   Piştî banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27'ê Sibata 2025'an de, gavên girîng tên avêtin. Di 18'ê Tebaxê de, "Qanûna Çarçoveyî ya bi navê " Piştevaniya Neteweyî û Yekparebûna Civakî" di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyetê. Rêvebira Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) Muhsîne Aslan  derbarê pêvajo û pêşnûme qanûna ji meclisê derbas bû nirxandin kir.   Serhildana li dijî zilm û îşkenceyê   Muhsine Aslan, dema ku behsa wê yekê dikir ka birayên wê çima li dijî neheqiyê rabûn ser piyan, got: "Birayên min ne ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî têkoşiyan; ew ji bo azadiya Kurdan, ji bo jiyaneke azad û ji bo zimanekî azad têkoşiyan.." Muhsîne Aslan wiha domand: "Birayê min Ferhat Alkan di sala 2014'an de tevlî Tevgera Azadiyê bû. Wê demê 25 salî bû û di sala 2018'an de şehîd bû. Gundê me bi xwe nehat şewitandin, lê me şewitandina gundan, êş û azarên ku dihatin kişandin dîtin. Bavê min li ber çavên min hat îşkencekirin; diranên wî hatin şikandin. Dema ku apên min di girtîgehê de bûn, em diçûn serdana wan, lê ew zêde nediaxivîn. Bapîra min tenê dipirsî: 'Kurê min, tu çawa yî?' û apê min jî bersiv dida: 'Ez baş im, dayê.' Ez ê qet serdaneke wiha ji bîr nekim. Birayê min wê demê hê zarokekî biçûk bû, dema ku ji apê min re got: 'Apo, tu çawa yî?' û apê min jî bersiv da: 'Apo, canê min, ez baş im.' Wan tavilê apê min kişandin û birin, lêdan û em avêtin derve. Zext û operasyonên leşkerî her berdewam bûn; îşkence gelek zêde bû. Zarokên biçûk dihatin qetilkirin. Di bûyerên sala 2006'an de, zarokên biçûk li kolanan hatin kuştin. Ya ku bandor li birayê min kir jî tam ev bû; wî qebûl nekir ku tiştên wiha biqewimin. Birayê min ê din di sala 2014'an de tevlî şerê Kobanê bû. Ji wê demê ve tu agahî ji me re nehatiye; em rewşa wî nizanin. Tenê birayê min nîne; bi hezaran şehîdên me hene. Dema ku wan li wir şer dikir, me li vir têkoşîn didomînin. Ew her tim pêşeng bûn û em jî li pey wan diçûn. Wan rêya me ya tarî ronî kir û me jî berdewam kir ku li ser wê rêyê bimeşin. Em ê her tiştê ku ji destê me tê bikin."   ‘Divê Abdullah Ocalan wekî rêberê Kurdan di nava me de be’   Muhsine Aslan, bi gotina ku qanûna çarçovî gaveke erênî ye lê hîn pêdivî bi gavên din heye axaftina xwe dewam kir wiha got: “Bêguman, qanûna çarçoveyî pêşveçûneke û cihê kêfxweşiyê ye. Êdî bila şer nebe, bila dayik negirîn. Rengê rondikan nîne; hemû rondik wek hev in. Em ne tenê li Tirkiye û Kurdistanê, lê li hemû cîhanê aştiyê dixwazin. Gava li her derê aştî û wekhevî hebe, çima em şer bikin? Çima divê mirov bên kuştin? Em ji şer re dibêjin ‘na’. Em dixwazin di bin heman banî de bi aştî û wekhevî bi hev re bijîn û di heman demê de em hemû mafên xwe dixwazin. Em dixwazin girtiyên nexweş bên berdan. Bi taybetî, divê Abdullah Ocalan wekî rêberê Kurdan di nava me de be. Ew berdewam dike ku rêberiyê ji me re bike û em jî berdewam dikin ku li ser rêya wî bimeşin. Bi saya wî, me ne tenê ji Tirkiyeyê, lê ji hemû cîhanê re nîşan da ku gelê Kurd û nasnameya wî hene. Ez bawer dikim ku, bi îzna Xwedê, ew ê bigihîje azadiya xwe ya fîzîkî. Em bi temamî baweriya xwe bi wî tînin. Em ê ji gotina wî dernekevin û em ê li ser wê rêya ku wî diyar kiriye, meşa xwe bidomînin.”     ‘Bêyî Abdullah Ocalan aştî pêk nayê’   Muhsine Aslan, bal kişnand ser wê yekê ku divê her kes di avakirina aştiyê de roleke çalak bilîze û ev tişt anîn ziman: “Ji zarokatiya xwe ve em li kolanan in û têkoşînê dikin, lê ev sê sal in ez bi MEBYA-DER'ê re dixebitim. Li ku derê xebateke aştiyê hebe, ez li wir im. Çi ji destê min tê dikim û dê berdewam bikim. Heta ku aştî tê û Kurdistan dibe cihê şahiyê, ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Ji bo aştiyê, bila her kes  malbat, xwişkên mezin û biçûk, dayik û bav  werin û mil bi mil bimil têbikoşin. Bila em ji bo têkoşînê, ji bo azadiyê û bi Abdullah Ocalan re dest bidin hev. Divê tu kes li malê rûnenê, nexeyidin û xwe dûr negirin; bila werin. Bila em xwedî li vê pêvajoyê derkevin û dengê xwe bilind bikin da ku aştî were. Bêguman, berî her tiştî, em ji dewletê gavên dilsoz û cidî hêvî dikin. Ew dibêjin ‘Bila Abdullah Ocalan were û li Parlamentoyê biaxive, bila gerîla werin’, lê divê ew pêşî garantiyê bidin. Em garantiyeke xurt dixwazin. Her çend şer bi sedsalan jî bidome, xwîn qet bi xwînê nayê şûştin. Her kesî fêm kir ku bêyî Abdullah Ocalan aştî pêk nayê. Em baweriya xwe bi wî tînin.”