Li stranbêja Îranî 4 sal cezayê girtîgehê hat birin 2026-08-19 19:07:07     NAVENDA NÛÇEYAN -Hunermenda muzîka kevneşopî û klasîk a Îranî Hîva Seyfîzade, bi tohmeta 'belavkirina fesadî û fuhûşê' mehkûmî 4 sal cezayê girtîgehê hate kirin.   Hunermenda muzîka kevneşopî û klasîk a Îranî Hîva Seyfîzade, di vîdyoya ku li ser hesabê xwe yê Instagramê parve kir de, ragihand ku ev biryar piştî performansek kurt a ku wê li cihekî bi navê "Emarat-E Rube-Ru" pêkanîne, hat dayîn. Ev performans di Sibata 2025’an de bû sedema binçavkirina wê.   Hîva Seyfîzade, diyar kir ku wê di dema performansê de tenê çend helbestên Saadî xwendine û pirskir ku ev wek çawa dikare wekî "belavkirina fesadî û fuhûşê” were hesibandin.   Hîva Seyfîzade ya da zanîn li dijî biryarê îtîraz kiriye û daxwaz kiriye ku dadgeha îstînafê bi awayekî serbixwe li gorî belge û parastinên wê yên di dosyeya dozê de sûcdariyên li dijî wê binirxîne. Hîva Seyfîzade, got ku ew ê dozê bi rêyên qanûnî bişopîne û li benda biryara dadgeha îstînafê be.