Sonay Mengutay a piştî 30 salan hat berdan 2026-08-13 12:42:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Sonay Mengutay a 52 salî ku piştî 30 salan hat berdan ji aliyê malbata xwe û nûnerên partiyên siyasî ve li ber girtîgehê hate pêşwazîkirin. Sonay Mengutay got: "Em hemû beşek ji pêvajoyê ne."   Sonay Mengutay di sala 1996'an de li Erzîromê hatibû girtin û li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hatibû darizandin û cezaya muebbeta jê hatibû birin. Sonay Mengutay piştî 30 salan ji Girtîgeha Kocaeliyê hejmara 1'ê hate berdan û li pêşiya girtîgehê ji aliyê malbatên girtiyan û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kesan ve bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin.   Piştî hate berdan Sonay Mengutay li pêşiya girtîgehê axafitinek kir û ev tişt got: "30 sal bila ji gelê me re feda bibe. Her çiqas ez kêfxweş bim jî ji bo min di girtigêhê de hevalên xwe hiştiye xemgîn in jî. Lê di demek nêz de em ê wan ji bibînin. Wekî tê zanîn pêvajo dewam dike, em hebû beşek ji pêvajoyê ne. Em amade ne, ji destê me çi were em ê bikin."