Hunermend Nuarîn hat binçavkirin 2026-08-12 11:53:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend Nuarîn a piştî 11 salan vegeriya Tirkiyeyê, li Balifirgeha Çûkûrovayê hate binçavkirin.   Hunermend Nuarîn (Songul Seçmen) a di sala 2015'an de çûbû bajarê Parîsê yê Fransayê, piştî 11 salan bi 2 zarokên xwe re xwest serdana malbata xwe ya li navçeya Akdenîzê ya Mersînê dimîne, bike. Nuarîn û du zarokên xwe dema ji balefirê daketin Balafirgeha Çûkûrovayê polîsên ew binçav kir û birin Midûriyeta Polîsan a Tarsûsê. Polîsan pitşre Nuarîn birin TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Mersînê.   Hat zanîn ku dozgeriyê biryara nepeniyê daniye ser dosyeyê.