Ayşe Kazanhan: Li gel êşa kurê xwe jî aştiyê dixwazim 2026-08-11 09:02:11   ŞIRNEX - Dayika Nîhat Kazanhan ê ku di encama guleberdana polîsan de jiyana xwe ji dest dabû Ayşe Kazanhan, got: " Li cihê ku divê serê kurê min bihata mizan û hezkirin ew gulebaran kirin. Tiştek nikare êşa qetilkirina Nihat sivik bike, lê dîsa jî ez aştiyê dixwazim."   Doza Nîhat Kazanhan ê 12-salî yê ku di 14'ê Çileya 2015'an de dema li qadeke  li taxa Yafes a Cizîra Şirnexê dileyîst, bi guleya polîsan hatibû kuştin di nav dosyayên dozên ku bi bêcezahiştinê bi encam dibin de ye. Tevî binpêkirinên mafan û polîtîkayên bêcezahiştinê li Kurdistanê, malbatên ku daxwaza aştî û edaletê dikin,  piştgiriya xwe ya ji bo Pêvajoya Aştî û Çareseriya Demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû destpêkirin berdewam dikin.   Dayika Nîhat Kazanhan, Ayşe Kazanhan,  diyar kir ku ew piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê û divê edaletê pêk were.   'Êşa ku ez dikişînim ev 12 sal in kêm nebûye'   Dayika Nîhat Kazanhan, Ayşe Kazanhan, dema ku behsa dema kuştina kurê xwe kir, got: "Berî ku Nihat were kuştin, ji ber gaza rondikrej, polîs û wesayîtên zirxî, me nikaribû çavên xwe jî vekin. Ew demên gelek dijwar bûn. Roja ku kurê min Nihat têde hat kuştin, tu aloziyek tune bû; heta gaza rondikrêj jî nehatibû avêtin. Bi rastî, wê rojê  zarokekî min ê din nexweş bû û ji ber ku êrîş sekinîbûn, min zarokê xwe li malê hiştibû. Wê rojê qedexeya derketina derve jî tune bû. Nihat hat malê, xwarin xwar û paşê dîsa derket derve. Dema ku derdiket, min hişyarî da wî ku dernekeve cadeyê, ji ber ku gelek wesayîtên zirxî hebûn û dibû ku yek ji wan li wî bida. Dema ku ez ji nexweşxaneyê vegeriyam, min dît ku Nihat hîn nehatiye malê. Tam di wê kêliyê de ku min derî vedikir da ku biçim lê bigerim, çend zarok hatin û ji min re gotin ku gule li Nihat ketiye û ew birine nexweşxaneyê. Gava ez gihîştim nexweşxaneyê, min kurê xwe bi saxî nedît. Êşa ku ez dikişînim ev 12 sal in kêm nebûye. Ez dixwazim ku hemû kesên berpirsiyar werin darizandin."   ‘Li wê derê gule li kurê min reşandin'’   Ayşe Kazanhan, bi bîr xist ku kujerê kurê wê demek kurt hatibû girtin lê piştre hatibû berdan û got: “Ev rewş min gelek xemgîn dike; tenduristiya min a derûnî xirab bûye. Ez bi şev nikarim razêm. Kurê min hê zarokekî biçûk bû; tu sedemeke ku ew were kuştin tunebû. Li şûna ku porê wî bihata mizdan û hezkirin polîsan ew gulebaran kir. Ji ber êş û azarê ez ji hişê xwe çûme û rastî gelek pirsgirêkên min ên tendirustî hene. Daxwaza min ew e ku kujerên kurê min bên girtin. Kurê min tenê zarokek bû ku ji dibistanê vedigeriya malê. Li wê derê gule lê reşandin û ji hevalên wî yên pê re bûn re gotin: ‘Em ê we hemûyan bikujin.’”   ‘Bila ji bo hemû dayikan aştiyeke mayinde pêk were’   Di dawiyê de, Ayşe Kazanhan behsa pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk kir û got: “Dilê me gelekî êşiya û me şahidî ji tiştên gelek xirab re kir; tiştek nikare êşa windakirina Nihat sivik bike, lê dîsa jî ez aştiyê dixwazim. Tevî her tiştî, ez aştiyê dixwazim. Dilê min ji ber xemgîniyê şewitî; bila dilê kesên din neşewit. Bila ji bo hemû dayikan aştî pêk were. Bila girtî ji zindanan bên berdan û her kes vegere mala xwe. Bila ev komkujî û rijandina xwînê bi dawî bibe. Em aştiyê dixwazin.”