Meclîsa Îştar: Şer rê li ber qirkirinê vedike 2026-08-01 12:21:06   MEXMÛR -Bi zêdebûna êrîş û tundiya li ser jinan, Meclîsa Îştar li Wargeha Penaberan a Mexmûrê daxuyaniyek da û hat destnîşankirin ku bêyî azadiya jinan civak azad nabe, bang li jinan hat kirin ku li dijî tundî û bêmafiyê bibin yek.   Di van demên dawî de êrîş û tundiya li ser jinan, binpêkirinên li hemberî maf û jiyana wan her diçe zêdetir dibin. Li gorî daneyên dawî, êrîşên fizîkî, derûnî bi cînayetên di bin navê ‘namûsê’ yan jî ji ber hişmendiya mêrsalar, veguherîne pirsgirêkên kûr ên civakî. Ev pêl bi taybetî li ser azadî û parastina mafên bingehîn ên jinan zextên mezin ava dike. Li hemberî vê bilindbûna tundiyê, Meclîsa Îştar li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyek bertekên tund nîşanî qetilkirina jinan da.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku civak tenê bi sekneke rêxistinkirî dikare li hemberî van êrîşan raweste û bang li hemû jinan hat kirin ku li dijî tundiyê têkoşîneke hevpar bi pêş bixin.   Daxuyanî bi tevlîbûna endamên Meclîsa Îştar, li ber deriyê meclîsê hat dayîn. Beriya xwendina daxuyaniyê, ji bo bîranîna pakrewanên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê, li ser navê Meclîsa Îştar, daxuyanî ji aliyê Amara Bulut ve hat xwendin.   Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin:   “Di van demên dawî de, zêdebûna bûyerên qetilkirina jinan li cîhanê taybet li Rojhilata Navîn gihîştiye asteke metirsîdar. Weke Meclîsa Îştar em diyar dikin ku tawanên li dijî jinan tên kirin, tenê bûyerên şexsî yan jî ji rêzê nîn in. Ev rasterast bi rewşa siyasî, kûrbûna krîzan encamên wêranker ên şerê heyî ve girêdayî ne. Em dibînin ku di van demên dawî de herêm di nava agirê şer, pevçûn û xeterên mezin ên dewletan de derbas dibe. Qada şer çanda tundiyê di nava civakê de kûr dike û hişmendiya kujerê kastîk û çanda zayendperestî xurt dike. Dema ku aloziyên siyasî zêde dibin, ewlehiya civakî namîne û bedela vê yekê ya herî giran jin didin, dibin hedef. Em dibînin demeke ku ji aliyekî ve nîqaş û lêgerînên ji bo aştiyê tên kirin, di aliyê din de kûrkirina tundiyê li ser jinan ne tesaduf e, ev encama polîtîkayên ku çanda şer di nava civakê de belav dikin e.   Dewlet bi polîtîkayên bê cezahiştinê kujeran diparêze   Şerên ku ji aliyê dewletan ve tên meşandin, pêşî li edaletê digrin, çekan di nava civakê de meşrû dikin û çanda tundiyê dikin normeke rojane. Em dibînin ku dema nîqaşên aştiyê tên kirin, ji bo desthilatdar û kujer kontrola xwe winda nekin li ser civakê, êrîşên xwe yên li hemberî jinan zêdetir dikin. Dîsa bê cezahiştin, bêdengiya li hemberî tawankaran û nebûna zagonên parastinê, rê li ber sûcdaran vedikin ku bi rehetî tawanên xwe bidomînin. Ev dide xuyakirin ku hişmendiya baviksalarî tenê bi guhertina zagonan nayê guherandin.   Riya çareseriyê paradîgmaya civaka demokratîk ekolojîk û azadîxwaziya jinan e   Zagoneke bê azadiya jinan wê tu wateya wê ji bo civakê tunebe. Ji ber ku Rêber Apo di nava van hemû qeyran û şerên dagirkirin û qirkirina li ser civakan de dest bi pêvajoya aştiyê kir û di nav de jî azadiya jinan weke bingeha tunekirina hemû xirabî û pirsgirêkan destnîşan kir. Her wiha da diyarkirin ku çareseriya bingehîn a li dijî vê kûrkirina tundî û şer, bi pêşxistina paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan pêkan e.   Em weke Meclîsa Îştar bi awayekî vekirî radigihînin ku em ê li hemberî zayendperestan û tundiya ku di nava mal û kuçeyan de li ser jinan tê meşandin, dengê xwe bilindtir bikin. Her ku zext zêde dibin wê berxwedana me jî xurtir bibe. Em dibêjin jin ne qurbanî ne, xwedî wê hêzê ne ku civakê ji nû ve ava bikin. Têkoşîn û rêxistina jinan astengiya herî mezin e li ber hişmendiya kujer û şerxwazan. Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ îro li çar aliyên cîhanê bûye sembola berxwedanê. Li ser vî bingehî, em ê heta dawî bi ruhê ‘Jin Jiyan Azadî’ têkoşîna yekbûn û yekrêziya jinên azad xurt bikin û heta serkeftinek bi rûmet bimeşînin.”   Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.