Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê li Şirnex û Îzmîrê hatin bibîranîn 2026-07-20 21:02:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê di salvegera 11’emîn de  li Şirnex û Îzmîrê hatin bibîranîn.   Li Cizîra Şirnexê û Îzmîrê 33 ciwanên sosyalîst ên ku di sala 2015'an de, di êrişa DAIŞ'ê de li Navenda Çandê ya Amarayê ya li Pirsûsê hatin qetilkirin bi daxuyaniyan hatin bîranîn.   Şirnex   Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê cangoriyên komkujiya Pirsûsê li ser gora Hogir Ozkan a li Goristana Eslî hatin bîranîn. Malbata Hogir Ozkan, rêveber û endamên partiyên siyasî û saziyên civakî û gelek welatî tev li bîranîna bûn. Destpêka bîranînê ji bo cangoriyên Pirsûsê û hemû cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin.   Piştî rêzgirtinê bavê Hogir Ozkan, Mehmet Ozkan ku ji ber nexweşiya xwe nekarî tev li bîranînê bibe bi rêya telefonê got ku wan 2015’an Hogir Ozkan weke cejnekî şandiye Pirsûsê lê xwînxwaran nehişt zarokên wan pêlîstokan bigehînin destê zarokên Kobanê.   Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Ramazan Ûysal destpêka axaftina xwe de cangoriyên Pirsûsê bi bîr anîn û wiha got: “Beriya 11 salan 33 canên me xistin bin axê, em wan bi rêzdarî bi bîr tînin. Wan ji bo aştiyê û zarokên Kobanê berê xwe dabû Pirsûsê. Ev ax êdî ji xwînê têr bûye, divê em ji çar aliyên ve ji bo aştiyê bixebitin ku êdî xwîn nerije. Divê em li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derkevin ku em pêvajoyê bi awayek serkeftî bibin heya serî. “   Piştî axaftinan beşdarên bîranînê gul danîn ser gora Hogir Ozkan û bîranîn bi diruşma, “Şehîd namirin” bi dawî bû.   Îzmîr   Rêxistinên ciwanan û Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê yên Îzmîrê di 11’emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê de daxuyaniyek dan û meşek li dar xistin. Di daxuyaniya ku li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê hat dayîn de, pankarta bi nivîsa “Dê tu xewn nîvco nemîne” û wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin hildan. Her wiha gelek caran dirûşmên “Pîrsûsê ji bîr neke, nede bîr kirin”, “Kujer DAIŞ, hevkar AKP” û “Hesabê Pîrsûsê wê bê pirsîn” hatin berzkirin. Daxuyaniya Înisiyatîfa Malbatên Pîrsûsê Onder Aktaş û daxuyaniya Rêxistinên Ciwanan jî Beliz Karapinar xwend. Daxuyanî ji bo bîranîna kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.   Di metna çapemeniyê ya Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê de ev îfade cih girtin:   “Di salvegera 11emîn a komkujiyê de em careke din tînin ziman: Komkujiya Pirsûsê ne êrîşeke ku kesekî bi tenê kiriye, ne jî bûyereke yekane ye. Komkujiya Pirsûsê erîşeke birêxistinkirî ye. Ji ber vê yekê daxwaza me ya ku ne tenê kujer, lê hemû kesên ku rê li ber komkujiyê vekirine û zemîna pêkanîna vê komkujiyê amade kirine bêne darizandin dê berdewam dike.”   Daxwazên Însîyatîfa Malbatên Pirsûsê   “Em wek kesên ku daxwaza edaletê ya Pirsûsê mezin dikin, daxwazên xwe yên ku 11 salî em careke din bi raya giştî re parve dikin:   *Derxistina holê ya hemû kujerên rastîn ên ku berpirsiyariya wan di komkujiyê de heye,   *Meşandina lêpirsîneke bandor û serbixwe di derbarê peywirdarên dewletê yên ku xemsarî û berpirsiyariya wan heye,   *Girtina bersûcên ku reviyane û anîna wan a li hemberî dadgehê,   *Nirxandina Komkujiya Pirsûsê wek sucekî li hemberî mirovahiyê û meşandina prose û doza bêyî demboriyê,   *Tekezkirina darizandineke adil, zelal û bi bandor.”   ‘Me ji bîr nekiriye, em ê hesab bipirsin’   Di metna çapemeniyê ya Rêxistinên Ciwanan de jî ev hatin gotin:   “Heta ku hesabê Pirsûsê neyê pirsîn, li van axan mirov nikarin behsa edaleta rastîn bikin. Heta ku berpirsiyarên Komkujiya Amedê ya 5ê Hezîranê, Komkujiya Garê ya Enqereyê ya 10ê Cotmehê û hemû komkujiyên li dijî gelan neyên darizandin, edalet pêk nayê. Zincîra bêcezatiyê ya ku di navbera komkujiyan de hatî avakirin, tercîheke siyasî ye ku wêrekiyê dide êrîşên nû. Em dizanin ku Pîrsûs ne tenê şîn e, di heman demê de banga têkoşînê ye. Ew îradeya piştevaniyê ya ku ber bi Kobanê ve dirêj bû ye, îro jî di têkoşîna jiyana wekhev û azad ya gelan de dijî. Em ê mîrasa têkoşînê ya ku rêwiyên xewnan hiştine mezin bikin; li dijî faşîzmê, emperyalîzmê, mêtingeriyê û şer, em ê li cem gelan cihê xwe bigirin. Îro em careke din diqîrin: Têkoşîna 33 rêwiyên xewnan rêya me ronî dike. Me ji bîr nekiriye, em ê hesab bipirsin!”   Paşê nûnerên komele, siyasetmedar û rêxistinên ciwanan jî axivîn û diyar kirin ku heta kujerên Komkujiya Pîrsûsê derkevin holê û edalet pêk bê, ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin.   Herî dawiyê Parlementera Îzmîrê ya DEM Partiyê Burcugul Çubuk axivî û diyar kir ku piştî Komkujiya Pirsûsê wan tim têkoşîna xwe mezintir kiriye û got: “Pirsûs êrîşa faşîzmê ya ku dixwest rê li ber hevdîtina Kurdistanê û çîna karkerên Tirkiyeyê bigire bû. Em 11 sal in her meh û her salvegerê nîşan didin ku ev êrîş çawa têk çûye. Li vê erdnîgariyê ti hêzeke şoreşger ku têkoşînê dimeşîne bi komkujiyan paşde neçûye. Ev komkujî di hafizeya me de bûn diyarde û nîşana têkoşînê. Em ê li vê erdnîgariyê li dijî pilanên NATO, emperyalîstan, şer û şeherkirina gelan a li dijî hev, mil bi mil bisekinin û bi hev re têkoşînê bidomînin. Ez li hemberî nemiran bi rêzdarî ditewînim. Kesên ku wenda kirine jî careke din bi vê pergala fashîst re bi bîr tînim. We meşrûiyeta xwe ji dest da. We hêza ji bo hebûna xwe wenda kir. Hûn tenê bi şer dikarin hebin. Em ê mafê xwe yê aştiyê ji destê we bi zorê bigirin û em ê we têk bibin.”   Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê ya pênc deqeyan hat kirin. Piştî çalakiya rûniştinê jî, girse ber bi Qada Gundogduyê ve meşiya û qurnefîl avêtin deryayê. Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.