‘Rêveberên rehabîlîtasyonê hewl dane bûyerê veşêrin’ 2026-06-25 19:15:38   ÊLIH - Şaxên ÎHD û OHD’ê yên Êlihê têkildarî bûyerên ku li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şifayê ya Êlihê pêk hatibû li ber Edliyeya Êlihê daxuyanî da û gotin: “Rêveber û xebatkarên saziyê her tim hewl dane bûyerê veşêrin. Ev ne bûyereke tekane û sûcekî kesane ye, pergala bêcezakirinê ye.”   Bi pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) yên Êlihê têkildarî kiryarên qirêj ên ku li Navenda Rêhabîlîtasyona Taybet a Şîfayê ya Êlihê li pêşiya deriyê Dadgeha Êlihê daxuyanî dan û piştî daxuyaniyê heta parka li hemberî Dadgehê meşiyan. Di daxuyaniyê de rêveber û endamên ÎHD û OHD’ê yên Êlihê, TJA, Baroya Êlihê û gelek kes tevli bûn. Kesên ku tevli bû dirûşmeya “Heqîqet nayê windakirin” berz kirin.   Metna daxuyaniyê jî ji aliyê Rêvebera OHD’a Êlihê Hazal Aydin ve hate xwendin. Hazal Aydin diyar kir ku li gorî agahî û belgeyên ku di dosyeya lêpirsînê de cih digirin, li hemberî kesên astengdar ên zihnî ku nikarin xwe îfade bikin û biparêzin sûc hatine kirin û wiha axivî: “Êrişa zayendî ya bi sîstematîk ku veşartina wê hatibû ragihandin, jineke astengdara zihnî ji aliyê nexweşekî mêr ê li heman saziyê ve gelek caran rastî tecawizê hatiye. Lê rêveber û xebatkarên saziyê hay ji vê rewşê hebûne. Lê tedbîrên parastinê negirtine û her tim hewl dane bûyerê veşêrin. Tundî û muameleyên xerab û îdiayên giran hene. Gelek caran çixare li ser laşê kesên astengdar hatiye vemirandin. Bi vê yekê re gelek caran bi saetan li ser textan hatine kelemçekirin û gelek lêdana fîzîkî li wan kirine. Û bi yekê re her tim rastî tundiya fîzîkî û derûniyê hatine. Binpêkirina rûmeta mirovan, wêneyên kesên astengdar ên rût hatine girtin û li ser komên telefonan bi şêwazekî biçûkxistinê hatine parvekirin.”   ‘Ne bûyereke tekane ye, pergala bêcezakirinê ye’   Hazal Aydin bi van gotinan axaftinan xwe bi dawî kir: “Li gorî belgeyên dozgeriyê, di nava saziyê de mirinên gumanbar çêbûne û lêpirsîna hiqûqî li ser wan berdewam dike. Dermanên ku bi reçeteyên sor tên firotin, her çend nedabin nexweşan jî, wekî ku dabin wan hatine nişandan.  Û bi vî rengî gelek caran hatine îstîsmarkirin. Ev ne bûyereke tekane û sûcekî kesane ye, pergala bêcezakirinê ye. Ev bûyer ne tenê sûcekî kesane ye. Ev encama xemsarî û mekanîzmayên kontrolê yên dewletê ye. Ev bêkontrolî û polîtîkayên bêcezakirinê, li vê saziyê wekî çandekê cih girtiye û veguheriye binpêkirineke pergalî.”   Piştî daxuyaniyê heta parqa nêzîkî edliyeyê meşiyan û li wir dawî li çalakiya xwe anîn.