Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin 2026-06-21 16:35:05   STENBOL - Li Stenbolê komeleya çand û zimanê Kurdî (Zimanxane) bi coşeke mezin hate vekirin. Hevserokên Zimanxaneyê Hulya Darak û Aslan Demîr diyar kirin divê xwedîderketina ziman hêj baştir be û gotin: “Gelê mê dê xwedî li Zimanxaneyê derkevê. Divê her kes her derê bike Zimanxane.”   Komaleya Lêkolîn û Pêşvexistina Ziman û Çanda Kurdî (Zimanxane) li navçeya Umraniyeyê ya Stenbolê bi kêfxweşî û coşeke mezin hat vekirin. Gelek welatî bi bi cil û bergên xwe yên herêmî tev li bernameyê bûn. Rêveberên komeleyê, Hevserok û rêveberên partiyên siyasî, endamên û nûnerên saziyên sivîl ên demokratîk û gelek kes tev li bernameya vekirinê bûn.   Bername bi jêkirina qurdeleyê dest pê kir û bi axaftina li ser girîngiya ziman û parastinê dom kir.   ‘Gelê mê dê xwedî Zimanxaneyê derkeve’   Hevserokên Zimanxaneyê Hulya Darak û Aslan Demîr jî derbarê xebatên xwe yên ji îro û şûnde axivîn û gotin: “Bi kedeke mezin saziya me hate avakirin. Divê gelê me jî xwedî li zimanê xwe derbikeve. Em hêvî dikin ku gelê mê dê xwedî Zimanxaneyê derkeve. Divê her kes, her derê bike Zimanxane.”   Piştî axaftinan Koma Erbaneyê ya Amargî, hunermendên NÇM û dengbêjan stranan xwe strandin. Bername bi gerandina govendan bi dawî bû.