The Guardian: Di girtîgehên Îranê de destdirêjî tên kirin 2026-06-21 16:33:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Vîda Rebbanî bi xwe rojnamevan û çalakvana medyayê ye û ji hêla rejîma Îranê ve hatibû girtin. Vîda li ser, zext, zordarî, êşkence û sepandinên di girtîgehande li ser girtiyan pêktê hevpeyvînek da rojnameya The Guardian.   Rojnameya The Guardian di weşanê xwe de li ser rewşa girtiyên Li Îranê, zext û zordariya li ser wan tê meşandin raporek weşand. Beşek ji vê raporê ji bo serpêhatiya rojnamevan û çalakvana medyayê Vîda Rebanî hatibû veqetandin.   Li gorî vê raporê, Vîda Rebbanî piştî girtina xwe ya dawî, ew birine girtîgeha Îdareya Îstîxbaratê ya bajarê Sarî û di dema girtina xwe de rû bi rûyê gelek zextan hatiye. The Guardian li ser êş û azara rojnamevan nivîsandiye ku di girtîgehê de zext lê hatine kirin, bi taybetî ji bo ku hîcaba bi mecbûrî qebûl bike û di dema lêpirsînan de jî rastî tundiya fîzîkî hatiye.   Her wiha rapor baldişîne ser şop û nîşaneyên fîzîkî yên li ser laşê rojnamevan Vîda ku encama reftara tund a hêzên ewlehiyê de pêkhatine. Li gorî agahiyên şahidiyan, şopên şînbûnê li ser laşê Vîda Rebanî hatine dîtin û wê bi xwe jî diyar kiriye ku di dema girtinê û pevçûna li gel mamuran de, porê wê hatiye kişandin û beşek jê hatiye rûçikandin.   Her wiha ev rapor balê dikişîne ser zexta fîzîkî û derûnî yên ku di dema girtinê de li ser girtiyan tên meşandin; li gorî gotina parêzvanên mafên mirovan, ev zext di salên dawî de gelek caran ji aliyê girtiyên siyasî, sivîl û sendîkayan ve hatine ziman.   Yek ji girîngtirîn beşên şahidiya Vîda Rebbanî, îddîaya destdirêjiya zayendî ye ku ji aliyê yek ji lêpirseran ve hatiye kirin. Wê di hevpeyvîna li gel rojanameya The Guardian de îdîa kiriye ku di dema girtinê de, yek ji mamuran destdirêjiya zayendî lê kiriye.   Vîda Rebbanî di şirovekirina vê rûdanê de gotiye ku wê hewl daye li dijî vî reftarî li ber xwe bide û berevaniyê di mafê xwe de bike. Wê hûrgiliyên vê rûdanê parve kirine û ev yek di rapora The Guardian de deng veda. Weşandina van şahidiyan di salên borî de her tim rastî bertekên saziyên mafên mirovan hatiye û daxwazên ji bo lêkolînên serbixwe û şefaf li ser rewşa girtîgehan li pey xwe anîne.   Vîda Rebbanî di berdewamiya axaftina xwe de îşaret bi encamên derûnî yên serdema girtîgehê kir û anî ziman ku serpêhatiya zindanê û reftarên hov, bandoreke kûr li ser tendurustiya wê ya derûnî hiştiye.   Li gorî axaftina rojnamevan Vîda, piştî azadkirina xwe jî ew rû bi rûyê gelek pirsgirêkan maye; mîna kêmxewiya domdar, krîzên fikarê, hesta bêewlehiyê û pêwîstiya bikaranîna dermanên aramker. Wê tekez kir ku bandorên derûnî yên vê serpêhatiyê tewra piştî bidawîbûna girtinê jî berdewam kirine û bandoreke neyînî li ser jiyana wê ya rojane kirine.   Saziyên mafên mirovan di salên dawî de gelek caran fikarên xwe di derbarê raporên li ser reftara xerab, tundiya fîzîkî, zexta derûnî û binpêkirina mafên girtiyan li Îranê anîne ziman.   Her çend berpirsên Komara Îslamî ya Îranê her tim beşek mezin ji van tewanan red kirine, lê berdewamiya weşandina şahidiyên bi vî rengî ji aliyê girtiyên berê, rojnamevan, çalakvanên sivîl û xwepêşanderan ve, mijara şêwaza reftara li gel girtiyan û pêwîstiya bersivdayîna saziyên berpirsyar di navenda bala raya giştî û saziyên mafên mirovan de dihêle. Şahidiya Vîda Rebanî jî li ser lîsteya zêdebûna rapor û belgeyên ku behsa tundî û zirarên fîzîkî û derûnî yên serdema girtîgehê dikin, hat zêdekirin; ew raporên ku hê jî daxwaza lêkolîneke serbixwe, şefaf û bersivdayîna berpirsan li ser van îdîayan dikin.