'Di girtîgehên Edeneyê de binpêkirinên mafan ên sîstematîk hene' 2026-06-12 18:27:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Di rapora ÎHD û OHD’ê ya têkildarî girtîgehên Edeneyê de, hate diyarkirin ku ferzkirinên lêgerîna tazî, astengiyên ji bo mafê tenduristiyê, taloqkirinên înfazê, pêkanînên tecrîdê û sînordarkirinên ji bo peynivîsên Kurdî dewam dikin.   Şaxa Edene ya Komaleya Mafên Mirovan û Nûnertiya Edene ya Komaleta Hiqûqnasên ji bo Azadiyê, rapora xwe ya derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên li bajêr, bi civînekî çapemeniyê ragihandin.   Di raporê de hate diyarkirin ku bi taybet li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1’an a Suluca û Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Kurkçulerê binpêkirinên mafan ên sîstematîk dewam dikin û pirsgirêkên cidî di xizmetên tenduristiyê de tên jiyankirin.   Li gorî raporê, di girtîgehan de pêkanînên wekî lêgerînên li dijî hiqûqê, ferzkirinên lêgerînên tazî, gelek caran serdegirtinên odeyan, desteserkirina pirtûk û nameyan, astengkirina peynivîsên Kurdî, cezayên disîplînê û ji ber biryarên Lîjneya Îdare û Çavdêriyê dirêjkirina înfazan, dewam dikin.   Hate diyarkirin ku girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1’an a Sulucayê di rojekî de 23 saeta xwe di hucreyên yek kesî de derbas dikin, fealiyetên wan ên civakî bi sînor e, hinartinên ji bo tenduristiyê dereng tê xistin û di hinartinên ji bo nexweşxaneyan de ferzkirina lêgerîna dev tê kirin. Her wiha di raporê de hate diyarkirin ku girtî di têkilîdanînê de, xwe gihandina ji bo avê û mafên serdanê de rûbirûyê sînordarkirinên curbecur tên.   Hevberdevkê Nûnertiya Edene yê OHD’ê Azîz Sari ku raporê ragihand, diyar kir ku divê di girtîgehan de êşkence, pêkanînên xirap û tecrîdê divê bi dawî bibin û ji bo rakirina pêkanînên taloqkirina înfazê, mîsogerkirina mafê têkiliyê bi zimanê dayikê û berdana girtiyên nexweşên giran bang kir.   ÎHD û OHD’ê destnîşan kir ku divê pêşî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bê girtin, mekanîzmayên kontrolkirinê yên serbixwe bên xebitandin û mafên bingehên ên girtiyan li gorî rêgezên hiqûqa neteweyî û navneteweyî bên parastin.