Ji ‘Handala û Dîrenîş Eksenî’ li dijî NûJINHA’yê êrîşa sîber 2026-06-06 20:07:14   NAVENDA NÛÇEYAN- Komek sîber ya xwe wek ‘Handala’ da nasîn, li hember NûJINHA’yê peyamên bi tehdîd weşand û li hember bingeha dîjîtal a ajansê êrîş pêk anî. Ajansê li dijî êrîşê wiha got: “Tevî êrîş û tehîdên li hember ajansa me, em faliyetên xwe dimeşînin.”   Komek sîber ya xwe wek ‘Handala û Dîrenîş Eksenî’ da nasîn,  bi peyamên tehîdwarî NûJINHA hedef girt. Komê di daxuyaniya da de îfadeyên nefretê yên li hember Kurdan bikar anî û tehdîd kir.   Di peyama mijara gotinê ye de Kurd û saziyên Kurdan hedef hatin girtin û îfadeyên tehdîdê yên der barê geşedanên siyasî û leşkerî yên li herêmê, cih girtin.   Ajansê di daxuyaniya ku da de wiha got: “Tevî êrîş û tehîdên li hember ajansa me, em faliyetên xwe dimeşînin.Ev hewldanên ku azadiya çapemeniyê hedef girtin nayên qebûlkirin.”