Abdullah Ocalan der barê ‘çarçoveya qanûnî’ pêşniyar kirin 2026-06-05 21:22:14   ENQERE-  Heyeta DEM Partiyê li ser çerçoveya qanûnê bi heyeteke AKP’ê re hevdîtin pêkanî. Li gorî nûçeya Ajansa Welat DEM Partî li ser çarçoveya qanûnekê dixebite û bi partiyên siyasî re jî di nava danûstandinê de ne. Her wiha hat hîn bûn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo xitimîna pêvajoyê derbas bibe hin pêşniyar jî kirine.   Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rojeva serekê ya siyasetê ye. Raya giştî jî li bendê ye ku beriya meclis bikeve batlaneyê çerçoveya qanûnê li meclisê bê amadekirin. Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê jî li meclisê bi heyeteke AKP’ê re li ser çerçoveya qanûnê danûstandin kir. Li gorî nûçeya Ajansa Welat DEM Partî ji bo çarçoveya qanûnê li ser pêşnûmeyekê dixebite.   Li ser çarçoveya qanûnê danûstandin hatinkirin   Piştî xwefesîhkirina PKK’ê û çareseriya pirsgirbêka Kurd sererastkirina qanûnî di rojevê de ye. DEM Partî ji bo sererastkirina qanûnan di nava danûstandinan de ye. Li gor nûçeya Ajansa Welat tekildarî çerçoveya qanûnê heyeta DEM Partiyê bi AKP’ê re hevdîtinek kir û di hevdîtinê de jî li ser çerçoveya qanûnê danûstandin kir.   Her wiha çavkaniyên DEM Partiyê ragihandin ku ji bo çerçoveya qanûnê ew li ser pêşnûmeyekê dixebitin û bi hemû partiyên siyasî re jî li ser vê yekê di nava danûstandinan de ne. Her wiha çavkaniyên DEM Partiyê diyar kirin ku hiqûqnas li ser pêşnûmeyê dixebitin û piştî êûşnûme temam bû dê ji raya giştî re parve bikin.   Abdullah Ocalan hin peşniyar kirine   Her wiha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di hevdîtina dawî ya bi heyeta DEM Partiyê re ji bo xitimîna di pêvajoyê de derbas bibe hin pêşniyar kirine.