Komeleya Newroz û PYD'ê serdana malbatên Rojava kir 2026-05-31 13:51:07     NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Newroz a Çandî û Civakî û PYD‘ê bi boneya Cejna Qurbanê serdana malbatên ji Rojavayê Kurdistanê yên li Lubnanê dimînin, kirin.   Şandeyek ji Komeleya Newroz a Çandî û Civakî û Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Lubnanê, bi boneya Cejna Qurbanê, hejmarek malbatên Kurdên Rojavayê Kurdistanê ziyaret kirin.   Şandeyê hejmarek ji malbatên Kurdên Rojava yên ji ber şer çûne Lubnanê û ji ber êrişên Îsraîlê zehmetiyan dibînin,  ziyaret kirin.   Endamên şandeyê piştgiriya xwe bi malbatan re anîn ziman û li pirsigrêkên wan û hewcedariyên wan guhdarî kirin.   Di hevdîtinê de girîngiya ku girêdana nifşên nû bi welat re were xurtkirin û rê nayê dayîn ku xurbet girêdana bi welat re lawaz bike, hat vegotin.   Malbatan spasiya şandeyê kir û anî ziman ku ev serdan rihê hevgirtinê xurt kir û hestê xurbet û êşkêşanê sivik dike.   Di dawiyê de şandeyê Cejna Qurbanê pîroz kir û hêvî kir ku cejn bibe wesîleya aştî û aramiyê û penaber vegerin welatê xwe.