Agahî ji Zehra Mûhammedvelî nayê wergirtin 2026-05-31 11:51:35   NAVENDA NÛÇEYAN - 8 roj in agahî ji Zehra Mûhammedvelî nayê wergirtin ku li Eyaleta Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate binçavkirin.   Zehra Mûhammedvelî ku ji navçeya Abdanan a Îlamê ye, di 23'ê Gulanê de li navçeya Dehloranê hate binçavkirin.   Li gorî agahiyan, binçavkirin bêyî biryara dadgehê hate kirin. Zêdeyî hefteyek e ti agahî ji Zehra Mûhammedvelî nayê wergirtin.   Malbatê diyar kir ku li ser hinceta binçavkirinê, cihê ragirtinê û rewşa tenduristiyê ya Zehra Mûhammedvelî wan serî li rayedaran dane, lê belê ti agahî wernegirtine.