Xebatên lêgerînê yên ji bo Gulsîma Yildizê didomin 2026-05-23 18:19:19   MÛŞ - Xebatên lêgerînê yên ji bo Gulsîma Yildizê ku li gundê Geliyê Gûzeyê bi ber avê çû, didomin.   Li gundê Geliyê Gûze yê Mûşê xebatên lêgerînê yên ji bo Gulsîma Yildiz a 61 ku ket ber avê, didomin. Xebatên lêgerînê yên 4 roj in didomin, heya sînorên Êlih û Amedê hatin berfirehkirinç   Ligel tîmên AFAD'ê û cendirmeyan, gundî jî beşdarî xebatên lêgerînê bûn.