‘Dewlet gavê navêje, pêvajo pêş nakeve’ 2026-05-22 09:05:47   Nazlican Nûjîn Yildiz   ÎZMÎR - Dayika Aştiyê û yek ji xizma girtiyan Sultan Yagmakan diyar kir ku heta dewlet gavê navêje pêvajo nameşe û got: “Heta dewlet gavê navêje wê aştî çawa bimeşe?”   Pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin ev salek û nîve didome. Tevî geşedanên hatine jiyîn dewletê hîna gavek şênber navêtiine. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berdana girtiyên siyasî bang tên kirin ku gav bên avêtin.   Dayika aştiyê û yek ji xizma girtî Sultan Yagmakan axivî û got divê dewlet gavê bavêje.   ‘Serokatiyê çi got, gerîla kir’   Sultan Yagmakan wiha anî ziman: “Em ji ber pêvajoyê bi hêvî bûn. Bi salane êşên mezin hatin kişandin. Kurê min li Bagokê şehît bû. Gora wî li wir e. Bi vê dewletê re wijdan tune ye. Gorên zarokên me tune ne. Qedexe kirin. Berê emdiçûn. Piştre hilweşandin. Niha jî carna diçim, şivan pezê xwe li wir diçêrînin.  Ka edalet. Bila dewlet gavê bavêje. Serok çi got gerîla kir, çek şewitand. Hemû cîhanê şahidî kir. Girtiyên me li girtîgehan nexweşin. Dewlet tu tiştekî nake. Tabut ji girtîgehanderdikevin. Kurê min nexweşe. Nabin nexwşexanê. Dibêjin emelyat lê bi rîske û dişînin malê. Zarokên me terk kirine. Ka edalet ka wijdan?”   ‘Dayik li ser piyane’   Sultan Yagmakan daxuyakirin ku bi hezaran ciwanên Kurd jiyana xwe ji dset didin û malbat nikarin cenazeyên zarokên xwe bigirin. Sultan Yagmakan wiha bi lêv kir: “Ev zilm wê heta ku derê bidome. Bial zarokên me berdin. Bila giriyên nexweş berdin ku bên dermankirin. Dayikên Aştiyê çûn Eneqereyê. Partî ziyaret kirin. Hêviya wan heye. Baweriya wan heye. Lê dewlet gavê navêje. Dewlet gavê navêje ev pêvajo pêş nakeve. Tevgera Apoyî peywira xwe anî cih. Gav avêt, berpirsyariya xwe anî cih. Em bang dikin, divê demidlest dewlet jî gavê bavêje.”   Sultan Yagmakan helbesta ku kurê wê Firat Yagmakan ji bo wê nivîsiye parve kir û got: “Ez çi bêjim niznaim. Kezeba min dişewite. Çend roj berê roja dyaikan bû. Bi telefonê geriya roja hemû dayikan pîroz kir. Xwezî li derve bûna. Ligel min bûna. Em wan rojan dipên. Hêvîdarim ew roj bên.”   Helbeta ku Firat Yagmakan ji dayika xwe Sultan Yagmakan re nivîsiye:   “Dayîka min   Silav, li te hezar silav   Dayîka min, dayîka xemgîn   Tu dil êş î, dil bi birîn   Vê sibehê rabûm ji xava şêrîn   Tu ketî bîra min   Îro roja hezkirîyaye   Hezkiriyê xelkê mal û milk   Min ml navê, in milk navê   Hezkiriya min dayîka min e   Dayîkek dil êş û il an   Kezep şewitî û dil sotî   Kî dikare kûlê te beje?   Kî dikare kûlê te binivîse?   Ez lavê te me, bo te dinivîsim   Jana te parvedikim   Bila êşa te li canê min bikeve   Dizanim, xweş dizanim   Xewê şevan li te hesretin   Perçekî ji canê te li bin axê   Bavê min bi wê kederê çû   Min ne dît, ez mam bê bav   Tu dibêjî ka Rêzan?   Seyid bû derder serbar   Girtîme Li zindana tarî   Bûme barê ser mile te   Ax dayîka min ax!   Dixwazim barê te hilgirim   Dixwazim te hembêz bikim   Destê te ramûsîm dayîka şehîdan   Tu dil êşî, tu her pîroz   Şehîd hemû lavê te ne   Zindanî hemû lavê te ne   Xemê te vê bibin gul   Derdê te kulîlk û sosin