Bi gotina ‘ji bilî gilîkirinê em çawa dikarin çareser bikin?’ derketin rê 2026-05-22 09:02:17   Rozerîn Gultekîn   AMED - Berîtan Ateş der barê xebat û armanca Komeleya Em ji bo Pêşerojê Li Vir in ya ku wê di 23’yê Gulê de bê vekirin axivî û got: “ Em bi fikra ‘ji bilî gilîkirînê’  çawa dikarin çaresr bikin, derketin vê riyê.  Rêxistibûn tunebe jiyan nayê meşandin. Ji ber vê jî em hemû gelê xwe ciwanan di 23’ê Gulanê de vedixwînin.”   Bi salan e li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi polîtîkayên şerê taybet ciwan hedef tên girtin. Bi vê hedefgirtinê dixwazin civaka li gorî xwe biafirînin.Di pêvajoya dawî de ciwan ji bo qadên ku dikarin xwe îfade bikin ava bikin têdikoşin. Yek ji vê jî Komeleya Ji bo Pêşerojê Em Li Vir in ku wê di 23’yê Gulanê de bê vekirin e.    Endama komeleyê Berîtan Ateş der barê armanca avakirina komeleyê û xebatên wê de axivî.   ‘Mem bi xwe bawer in’    Berîtan Ateş daxuyakirin ku li Tirkiye û Kurdstanê ciwan bi polîtîkayên şerê taybet hedef tên girtin û wiha got: “Me bi armanca têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet û xwe parastina ji van polîtîkayan ev komele vekir. Armanca me ev e ku  ciwan xwe îfade bikin, berpirsyariya xwe di plana pêş de bibînin.Nifşekî ku xwe nas nake, pêşeroja xwe ava nakin tên gîhandin. Em jî li dijî vê berpirsyariyê digirin ser xwe û hedef dikin ku ciwan xwe bibînin. Fuhuş, tiryak li Kurdistan û Tirkiyeyê di asta herî jor de ye. Li dijî vê me damezrandina xwe îlan kir. Em dibêjin ku ‘em dikarin çi bikin?’. Bêyî em gilî bikin em çawa dikarin çareser bikin. Em ê biserkevin. Em bixwe bawerin.”   Wê gelek atolye pêk bên   Berîtan Ateş daxuyakirin ku Komeleya Çand û Hûnerê ya Amargî ku li navçeya Sûrê hatiye vekirin xebatên çandî dimeşîne û li komeleyê di gelek qadan de atolye dê pêk bên. Berîtan Ateş wiha anî ziman: “Komeleya Amargî di alî çandî de perwerdehiyê dide. Hedefa me ev e ku ciwanên bê derfet xwe bigihînin van derfetan. Wê atolyeyên me yên ziman, hiqûq, ekolojî û aboriyê hebin. Atolyeyên satranc, matematîk û jîneolojiyê wê hebin. Em dixazin di bin banê komeleya xwe de komeleyan vebikin û heman faliyetan li navçe û bajarên cuda jî nîşan bidin.”   Ji bo 23’yê Gulanê bang   Berîtan Ateş wiha dawî lê anî: “Bêyî rêxistinbûn jiyan nameşe. Ji ber vê jî em ciwan û gelê xwe di 23’yê Gulanê de veixwînin vir. Ji 23’yê Gulanê şûnde qeydên me dest pê dikin. ji 1’ê hezîranê şûnde em perwerdehiyên xwe didin destpêkirin. Em her kesî vediwînin komeleyê.”