Li Xoşepê hevdîtina jin bû biharê 2026-05-14 13:29:13   WAN - Jinên ku di "Hevdîtina jin û biharê" de li Xoşepê hatin cem hev, bal kişandin ser hevgirtin û jiyana hevbeş. Hevşaredara Payîzavayê Mukaddes Karakoç di çalakiyê de axivî û hemû ji vexwendin Navenda Jiyan û Hevgirtina Jinan ku dê hefteya bê vebe.   Çalakiya "Hevdîtina jin û biharê" ji aliyê Şaredariya Payîzava  a Wanê ve hate organîzekirin. Gelek jinên ku li navçeyê dijîn beşdarî çalakiya li Parka Xoşepê bûn. Çalakiya ku beşdarbûnek mezin û eleqeyek mezin ji jinan dît, taştê û pêşandanek muzîkê jî di nav xwe de digirt.   'Em ê bi hevgirtina jinan mezin bibin'   Di çalakiyê de Hevşaredara Payîzavayê Mukaddest Karakoç  kombûna jinan ji bo hemû jinên ku jiyana xwe ji dest dane diyarî kir û got, "Em ê her tim bi vî rengî bi hevgirtina jinan mezin bibin. Wekî ku hûn dizanin, şaredariya me berê ji hêla rêveberek tayînkirî ve dihat birêvebirin.Ji ber vê yekê, karê me yê têkildarî jinan hate rawestandin. Me şaredariya xwe ji bin dagirkeriya polîtîka û zîhniyeta qeyûm girt. Ji niha û pê ve, em ê hîn bêtir kar bikin. Hefteya bê, em ê Navenda Jiyan û Hevgirtina Jinan vekin. Hemû jin vexwendî ne. Werin em yekgirtî û bi hev re bin." Hunermend Aylin Demir Kaya di çalakiyê de performans pêşkêş kir.   Çalakî bi stran û govendên kurdî bi dawî bû.