Li Sûrê meşa ‘Bîra kolektîf’ hat lidarxistin 2026-05-13 15:41:47   Navenda Bîrê, di çarçoveya Foruma Aştiya Civakî û Azadiyê ya li Amedê di roja 2’yan didome de bi dirûşma “Meşa ber bi aştiyê ve: Li Sûrê meşa bîra kolektîf” meşek li dar xist. Meşvan, çûn serdana cihên mohra xwe li bîra bajar da ne. Meş, li Qada Şêx Seîd dest pê kir. Ji Navenda Bîrê Derya Bozarslanê beriya meşê serpêhatiya Şêx Seîd ku di 29’ê Hezîrana 1925’an de hatibû darvekirin, ji bo beşdaran vegot.    Di berdewamiya meşê de çalakvan çûn serdana Hotela Buyuk a rojnameger-nivîskar Mûsa Anter (Apê Mûsa) ku di 20’ê Îlona 1992’yan de li semta Seyrantepeyê ji hêla JÎTEM’ê ve hatibû qetilkirin lê midûrtî kiribû û Hotêla Demîrê ya Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ê li bin Mînareya Çarling hatibû qetilkirin di tevahiya jiyana xwe ya pîşeyî de çalak bi kar anîbû. Bozarslan, di serdana van deran de serpêhatiya wan vegot. Piştre jî meşvan derbasî hotêla karsazê Kurd Behçet Canturk bûn ku di 14’ê Çileya 1994’an de li ser Cadeya Bagdatê tevî ajokarê xwe hatibû revandin û qetilkirin.    Bi domdarî meşvan çûn kolanên Sûrê yên di sala 2015’an de hatin qedexekirin, avahiya edliyeyê ya berê, avahiya cendirmeyan a berê, Mînareya Çarling, Dêra Keldan a Mar Petyunê û çîrokên van deran hatin vegotin.