Li Rojava çalakiyên 15’ê Gulanê didomin 2026-05-13 15:00:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî cangoriya bi navê Viyan Amara hat bibîranîn û semînerek hat lidarxistin.   Bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, Komîteya Cejna Zimanê Kurdî ya Kobanê, xwendekar û mamosteyan serdana gora cangoriya bi navê Viyan Amara ya li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya Kobanê kir.   Mamosteya zimanê kurdî Viyan Amara (Sevim Kaya) 26`ê Tîrmeha 2013`an li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû.    Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Meclisa Perwerde û Fêrkirinê ya Kobanê Fatma Îsmaîl 15`ê Gulanê li giyanê cangoriya bi navê Viyan Amara û cangoriyên azadiyê pîroz kir û wiha got: "Şehîd Viyan dixwast em nasnameya xwe nas bikin. Dema pêwistî bi têkoşînê bû şehîd Viyan Amara pênûsa xwe radestî mamoste û şagirtên xwe kir, çeka xwe hilgirt, derbasî şer bû. 15`ê Gulanê ji bo me gelekî pîroz e, ev roj nasnameya me ye. Divê em zimanê xwe bi berxwedana xwe di destûra Sûriyeyê de misoger bikin.”   Piştî axaftinê beşdaran berê xwe da Zanîngeha Kobanê û li wir semînerek hat dayîn. Di semînerê de li ser hişmendiya gelên bindest û “Ji nifşa Hawarê heta şoreşa Rojavayê Kurdistanê guherîn û veguherîna hişmendiya doza kurdî” gotûbêj hate kirin.