Li Elmanyayê çalakiyên 1'ê Gulanê 2026-05-01 17:03:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Darmstadt û Duisburgê yên Elmanyayê çalakiyên 1'ê Gulanê hatin lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî û rêxistinên demokratîk û çep tevlî çalakiyan bûn.   Meşa li Darmstadtê ji Messeplatzê destpê kir û heta Marktplatzê ya li navenda bajêr dewam kir. Beşdar bi dirûşmên "Bijî 1'ê Gulanê" û "Em xwedî li mafên kedkaran derkevin" meşiyan. Di meşê de bi peyaman iştgigrî ji mafên karkeran re hate dayin.   Li Marktplatzê jî mîtîng hate lidarxistin û nûnerên sendîka û saziyan axivîn. Di axaftinan de hate ragihandin ku mercê jiyanê yê kedkaran li Ewropa û Elmanyayê giran bûye û karker neçar mane ku bi mûçeyên kêmtirîn debara xwe bikin.   Di çalakiyê de daxwaza sîstemeke garantiya civakî ya xurt û polîtîkayên mûçeyên adîl hate kirin.   Jinên Kurd jî di çalakiyê de bi rengê xwe amade bûn.   DuIsburg   Li bajarê Duisburgê 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran bi meş û mîtînga bi beşdariya bi hezaran kesî hate pîrozkirin. Çalakiyê bi pêşengiya Yekîtiya Sendîkayên Elman (DGB) li ber girtîgeha li taxa Hambornê destpê kir.   Kurdistanî bi alên xwe tevlî mîtîngê bûn û nûnerê gelek saziyan axaftin kirin. Piştre meşek bi qasî 3 kîlometreyan pêk hat û bernameyê li Meidrich Landschaftparkê bi mîtîngê dewam kir.   Di mîtîngê de dirûşmên "Bijî 1'ê Gulanê", "Bijî xwişk û biratiya gelan" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn.