Ji Werîşe Muradî ji bo zarokê li girtîgehê mezin bûye name 2026-04-25 21:45:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ya cezayê darvekirinê lê hatibû birîn û piştre li ser zextên raya giştî hatibû betalkirin, nameyek ku ji bo zaroka li Girtîgeha Evînê ji dayik bûye nivîsiye û di nameyê de balê dikşîne ser binpêkirina mafan.   Kampanyaya Azadiya ji bo Werîşe Muradî îro nameya ku Werîşe Muradî li Girtîgeha Evînê ya tê girtin nivîsand weşand. Hat diyarkirin ku name di meha Sibatê de hatiye nivîsandin lê belê ji ber ku bi mehan li Îranê înternetê hatibû qûtkirin, piştî mehan hat weşandin.   Werîşe Muradî ji bo zaroka bi navê Tesnîm a zaroka girtiya bi navê Nesîme Îslamzehî ya jinek Belûc e û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, li girtîgehê hatiye dinyayê, bi dayîka xwe li girtîgeha Evînê tê girtin nivîsand.   Werîşe Muradî wiha gotiye:   “Zore, mayîna li ba zarokek ku   beriya çavên xwe veke   dîwarê dîbîne   Girtî bû   Hesin bû   Hucre bû   Hê navika wê nehatibû birîn, dengê girtina derî nas kir   Zaroka ku bûye dusalî   Li cihê mûman vemirîne gardiyanan dihêjmêre   Zore bi halê xwe yê herî biçûk û bêguneh   Divê pirsê de were veşartin:     “Tê biçî hevdîtinê?”   Weke ku hemû dinya   Çend kêliyên pişt wê camê be   Zore, dema ku dîmenê bavê wê di televîzyonê de derdikeve   Bi çavên grover ku mirinê nizane tenê   Bêje ‘mam’   û dinya wê kêliyê peyvekê   Heta dawiyê sêwî bihêle   Zore, gelek zore dema yek tê berdan   Bi kêfxweşiyek ku hê tama êşê nizane,   Bibêje “ka em jê re strana azadiyê bibêjin”   Û nizane ku azadî   Ji bo hinekan ne derî vedike ne jî esîman xuya dikin   Zore cilên wê teng bibe   Bejna wê bilind bibe   Mezin bibe   Û wêneyên mezinbûna Tesnîm tunebin   Zore zarokbûn   Dest navêje lîstokan   Bêyî ax bigihîje pêlava wê   Bêyî di nava kenên zarokan de nebeze   Nekeve û dîsa ranebe   Zore zarokek beriya dinyayê nas bike   Bêedaletiyê fêr bibe   Dengê destpêkê yê naskirî   Êrişa be   Û ya herî zor jî ev pirse   Ya weke hesinek di sing de disekine:   Dê kîjan wijdan bersiv bide   Zarokatiya ku hatiye dizîn.”   Bi destpêkirina şerê li Îranê re, di demek ku fikarên der barê rewşa girtiyên siyasî de zêde bûne hat weşandin. Girtiya siyasî ya ku zêdeyî 50 rojane cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û di derbarê girtiyên din de tu agahî tune ye.   Li Îranê zêdebûna darvekirinan bi şer re zêdetir û lezgîntir bûye, bi taybetî der barê rewşa girtiyên siyasî ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn de rê li ber fikarên cidî vedike.