Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê: Em vê tarîtiyê qebûl nakin 2026-04-21 13:45:18   DÊRSIM - Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê diyar kirin ku di tarîtiyê de hiştina lêpirsîna Gulistan Doku hilbijartineke siyasî ye. Xwendekaran ragihand ku ew vê tarîtiyê qebûl nakin û gotin: "Doza Gulistan Doku meseleyeke edaletê û têkoşînek polîtîk e."    Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê li ber Edliyeya Dêrsimê der barê Gulistan Dokûyê de daxuyanî dan. Gelek xwendekar beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta bi wêneyên Gulistan Dokû û Rojîn Kabaîş û her wiha navên jin û zarokên kuştî hat vekirin. Rojîn Îdaciyê ku daxuyanî xwend, got ku ew ji bo piştgiriya malbata Gulistan Doku û balkişandina ser tiştên ku di lêpirsîna Gulistan Doku de qewimîne, çalakiyê li dar dixin. Rojîn Îdaciyê pêvajoya windabûna Gulistan Doku bi bîr xist û diyar kir ku di vê heyamê de, waliyê wê demê Tûncay Sonel ew têgihiştin afirandiye ku Gulistan xwe kuştiye.   Rojîn Îdaciyê ku pirsî, "Çawa mimkun e ku Gulistan li Dêrsimê neyê dîtin ku li her derê wê bi kamerayan tê şopandin?" destnîşan kir ku tevî binçavkirinên piştî şeş salan jî, hîn jî pirsên cidî hene ku çima lêpirsîn bibandor û bi baldarî nayê meşandin û got: "Derengketina dozê, veşartina delîlan û nebûna lêpirsîneke bibandor ne xemsarî ye; ew hilbijartinek polîtîk e. Ev hilbijartin encama pergalekê ye ku mafê jiyanê yê jinan naparêze û wan bêewleh dihêle."   Rojîn Îdaciyê wiha domand: "Em dizanin ku jin winda nabin, ew tên windakirin. Sûcdar tên parastin û edalet bi awayekî sîstematîk tê derengxistin. Û her roj, ev polîtîkaya bêcezatiyê rê li ber sûcên nû vedike. Zanîngeh, kolan û cihên jiyana me ji bo me ne ewle ne. Jinek ciwan winda dibe û bi salan e tu rayedarek hesabê rastîn nedaye. Em li vir dipirsin: Ew kesên ku şeş salan hêza xwe di qada cemaweriyê de bi îdiaya ku ew 'xwekuştin' e bi kar anîne da ku sûcdaran veşêrin, talîmat ji kê wergirtine? Ew kesên ku delîlan veşartine û rê li ber pêvajoyeke lêpirsînê ya bibandor girtine û bi vî rengî edaletê dereng xistine, ferman ji kê wergirtine?"    Rojîn Îdaciyê diyar kir ku doza Gulistan Doku meseleyeke edaletê û têkoşîneke polîtîk e û got: "Ji bo hemû jinan, bi taybetî Rojînê ku hewl tê dayîn çarenûsa wê mîna ya Gulistanê di tariyê de bê hiştin, em ê heta ku sûcdarên rastîn bên cezakirin û yên ku wê ser bûyerê digirin bên eşkerekirin, têkoşîna xwe bidomînin. Em li vir bi zelalî dibêjin ku tarîtiya di dosyeya Gulistan Dokûyê de tarîtiya vê pergalê ye. Em vê tarîtiyê qebûl nakin. Em ê heta ku berpirsiyar bên darizandin û rastî were eşkerekirin, têkoşînê mezin bikin. Em ê dev ji vê dozê bernedin. Ji ber ku ev ne tenê meseleya Gulistanê ye; ev meseleya mafê jiyanê yê jinan e."   Daxuyanî bi dirûşmeyên "Malbata Doku ne bi tenê ye", "Gulistan Doku li ku ye?", "Jin, jiyan, azadî" û "Bibe dengê Rojînê" bi dawî bû.