Tuncay Sonel bê kelepçe sewqê edliyê hat kirin 2026-04-21 11:21:33   ERZIROM - Waliyê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonel bê kelepçe sewqê edliyê hat kirin.    Di çarçoverya lêpirsîna xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku de Waliyê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonelê ku di 17’ê Nîsanê de hat binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Erziromê. Tuncay Sonelê ku dê bi sûcê “kuştina kes” û “tunekirin û windakirina delîlan” bê darizandin, îfadeya wî duh li Midûriyeta Polîsan a Erziromê hat girtin.    Tuncay Sonel sewqê edliyê hat kirin.    Parêzêrê malbata Doku li ser hesabê xwe yê X'ê parvekirin kir û got, "Gumanbar Tuncay Sonel bi awayek bê kelepçê anîn edliyê. Ev yek di civakê de nayê qebûlkirin. 13 kesên ku anîn edliyê bi kelepçe anîn, lê belê wî neanîn."