Doza Gulîstan Doku: Ji bo Umut Altaş lêgerîna bi bultena sor 2026-04-20 18:06:29   DÊRSIM – Wezareta Dadê ji bo girtina Umut Altaş ê firar, bi rêya Bultena Sor lêrînê pêvajoya fermî da destpêkirin.   Di çarçoveya lêpirsîna Gulîstan Doku de Waliyê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonel, kurê wî Mustafa Turkay Sonel jî di navê de bi tevahî 15 kes hatin binçavkirin. Ji wan 10 kes hatin girtin û 3 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Di heman demê de di dosyeyê de kesê ku navê wî tê de derbas dibe yek jî Umut Altaş e ku reviyaye Amerîkayê.   Derbarê Umut Altaş de ku di doza Gulîstan Doku de bû sîxur û reviya Amerîkayê, Wezareta Dadê ji wezaretên peywendîdar re agahdar kiriye ku hem daxwaza radestkirinê ji rayedarên Amerîkayê re bişînin û hem jî ji aliyê Sekreteriya Giştî ya INTERPOL’ê ve biryara bi Bultena Sor were derxistin.