Wêjevana Sûriyeyî Kolet Xûrî jiyana xwe ji dest da 2026-04-10 21:12:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Helbestvan û romannûsa Sûriyeyî Kolet Xûrî di 95 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.   Helbestvan û romannûsa Sûriyeyî Kolet Xûrî îro di 93 saliya xwe de li Şamê jiyana xwe ji dest da. Kolet Xûrî ku neviya serowezîrê berê yê Sûriyeyê Faris Xûrî ye, yek ji pêşengehên romana nûjen a li Sûriyeyê ye û bi zimanên erebî, fransî û îngilîzî nivîsiye.   Kolet Xûrî di temenekî biçûk de dest bi nivîsandina gotaran kiribû. Nivîsa wê ya yekemîn a bi navê "20 Sal" di sala 1957'an de hat weşandin.