Li Til Temirê ji bo jinan civînek hat lidarxistin 2026-04-08 15:47:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a PYD’ê der barê pêşketinên siyasî yên dawîn ên li herêmê de civînek li dar xist.   Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li hola Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temir civîneke taybet ji bo jinan li dar xist. Endamên partiyê, endamên rêxistinên civaka sivîl, nûnerên rêxistinên jinan û hejmarek jinên li bajêr beşdar bûn.   Berdevka Meclisa Jinan a Hesekê Şêrîn Oso di civînê de li ser geşedanên siyasî û rewşên heyî yên li herêmê û her wiha li ser pirsgirêkên ku jin pê re rû bi rû dimînin, axivî.   Şêrîn Oso diyar kir ku di serdema pêş de hewce ye ku hewl bên zêdekirin û xebata jinan were birêxistinkirin û li gorî guhertinên ku li herêmê diqewimin, ji bo hişyarkirina civakê li ser pirsgirêk û mafên jinan bixebitin.   Beşdarên civînê bal kişand ser girîngiya lidarxistina civînan û xurtkirina hevkariyê di navbera saziyên cuda yên jinan de.