Sendîkayan bernameya 1’ê Gulanê eşkere kir 2026-04-08 14:02:32   STENBOL - Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu ragihand ku wan ji bo Taksîmê serî li walîtiyê daye û li benda bersivê ne.   Gelek sendîka, ode, partiyên siyasî û rêxistinên civakî xwe ji bo 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê amade dikin. Bi boneya 1’ê Gulanê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) li avahiya DÎSK’ê ya li Taksîmê daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Seroka Giştiyê ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu ve hate xwendin.   Arzu Çerkezoglu diyar kir ku her ku diçe hêza danûstandina karkeran dikeve û wiha axivî: “Şîrket her ku diçe dewlemendtir dibin. Ji karkeran zêdetir bac tê standin û ev bac ji bo karkeran nayê bikaranîn. Jiyaneke mirovî tune ye. Her der tê talankirin. Divê pêdiwiya gel berî her tiştî were. Em dizanin ku tiştên ji me tê dizîn û ji bo sermay û lêçûna şer diçe. Li dijî van bertekên gel jî bi destê darazê tê tunekirin. Di vê pergalê de dad tune ye. Ev pergal naxwaze pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyê çareser bike û şer pêş dixe. Li gel pêvajoya ku bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hatiye destpêkirin jî desthilatdar gav neavêje û operasyonên xwe yên siyasî dijwartir dike. Dixwaze tevahî muxalefetê bêdeng bike.”   Arzu Çerkezoglu anî ziman ku ji bo aştiyê çi ji destê wan were ew ê bikin û got: “Ji bo wê em ê li her derê aştiyê diparêzin. Ne tenê li welatê me, hemû qadên 1’ê Gulanê dê bibin cihê bilindkirina dengê aştiyê. Em xwedî vîn in, em ê vê pergalê biguherînin. Divê em yekîtiya xwe ava bikin. Hêza me ji yekîtiya me tê. Di 1’ê Gulanê de dengê xwe bikin yek. Ji bo dad, aştî û kedê werin 1’ê Gulanê. Li Stenbolê qada 1’ê Gulanê Qada Taksîme ye. Me di 25’ê Adarê ji bo 1’ê Gulanê serlêdan kir û me daxwaza ya Qada Taksîmê anî ziman. Di vê 1’ê Gulanê de ji bo nan, ked, dad û aştiyê em herkesî vedixwînin qadên 1’ê Gulanê.”   Nûnerên sendîka û odeyên din jî bal kişandin ser girîngiya 1’ê Gulanê û xwestin ku her kes îsal li qadan be. Piştî axaftinan daxuyanî bi dawî bû.