Heyeta DEM Partiyê bi serokê Meclisê re civiya 2026-04-02 17:51:09   ENQERE - Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş, bi Serokwekîla Meclisê Pervîn Buldan û endamê heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar re civiya.   Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş, bi Serokwekîla Meclisê û Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) a Wanê Pervîn Buldan û endamê heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar re civîya.   Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya dîjîtal a TBMM’ê hate parvekirin de wiha hate gotin: "Serokê Meclisa me Nûman Kurtulmuş, bi Serokwekîla TBMM'ê Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan û Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Mîthat Sancar re civiya."