Li Şemzînanê Newroz hat pîrozkirin 2026-03-23 22:56:11   COLEMÊRG - Bi hezaran welatiyên navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê bi coşeke mezin û cilên gelêrî Newroz pîroz kirin.   Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê bi hezaran kesên ku cil û bergên gelêrî li xwe kiribûn Newroz pîroz kirin. Li qada Newrozê pankarta "Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk" hat daliqandin. Di qada Newrozê de posterê Rêber Apo hat vekirin û her tim dirûşmên "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.   Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin di pîrozbahiyê de axivî û got: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk saleke berdewam dike. Gelê Kurd di vê pêvajoyê de gelek gavên girîng avêtin. Lê mixabin dewletê hê gavên pêwist neavêtine. Gelê Kurd û dostên wan derketin qadan. Ji bo piştgiriya aştiyê, ji bo piştgiriya civaka demokratîk. Em “ê jî piştgiriya pêvajoyê bikin.”   Piştre rêveberê DEM Partiyê yê navçeya Şemzînanê Fahîr Geylanî peyama Rêber Apo ya ku ji bo Newroza Amedê şandîbû, xwend.   Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û hunermendan stranên xwe stirîn. Gel li dor agirê Newrozê govend gerand û piştre Pîrozbahî bi dawî bû.