Dosya Gulîstan Doku:Peywirdarê cemaweriyê bûyer veşart 2026-03-23 09:02:00     Şehrîban Aslan-Rabîa Onver   AMED - Parêzerê dosyaya Gulîstan Doku Alî Çîmen wiha got: “Di dosyayê de derket holê ku  peywirdarê cemaweriyê ji ber sedemên şexwî bûyer veşartiye.” Alî Çîmen diyar kir ku tevî delîlên dosyayê temam bûne jî tu binçavkirin tune ye.   Gulistan Dokû di 5'ê Çileya 2020'î de li Dêrsimê di şert û mercên gumanbar de hat windakirin. Piştî ku malbata Gulistan Dokû di heman roja windabûna wê de çû Dêrsimê û "gilînameya windabûnê" da, xebatên lêgerînê dest pê kirin. Lêkolînan eşkere kir ku telefona desta ya Gulistan Dokû herî dawî li Viyaduga Sarisaltuk a li ser Gola Bendava Uzunçayirê hatiye dîtin. Bi berçavgirtina îhtîmala ku wê xwe avêtibe nav avê, xebatên lêgerînê li Çemê Mûnzûrê hatin kirin; lêbelê, tu şop nehat dîtin. Tevî hemû daxwazên malbat û parêzeran, ji bo Gulistan Dokû li bejahî tu xebatên lêgerînê nehatin kirin û rayedarên dewletê bi israr îdia kirin ku ew "di nav avê de ye", lê lêpirsînek berfireh nekirin.   Di dosyayê de heta niha sê dozger guherîn. Di 2024’an de dozgerê dawî yê hat di 25’ê Tebaxa 2025’an de ekîbek taybet ava kir. Dozger ji nû ve lêpirsîn da destpêkirin û talîmata ekîbek taybet da. Ekîba taybet delîlên dosyayê ji nû ve lêkolîn kirin. Hemû dîmenênên Pergala Rêvberiya Ewlehiya Bajar (KGYS) û qeydên Pergala Naskirina Plakayê (PTS) yên ku roja beriya ku Gulistan Dokû winda bibe û roja winda bûye kom kir. 700 qeydên kamerayê yên bi KHYS’ê û dîmenên 700 saetî ketin dosyayê. Di dîmenên hatin lêkolînkirin de tu şop der barê Gulistan Dokû de nehatin dîtin û dîmen hîna tên lêkolînkirin.   Parêzerê dosyayê û malbatê Alî çîmen der barê dosyayê de ji JINNEWS’ê re axivî. Alî Çîmen  da zanîn ku tevî hemû delîl hatine temamkirin jî hîna tu kes nehatiye binçavkirin.   ‘Malbatê bi îstîkrar têkoşîna xwe meşand’   Alî Çîmen lêpirsîna Gulîstan Doku ji roja ewil heta niha bi bîr xist û wiha got: “Di asta ewil a lêpirsînê de aşkera bû ku Gulîstan Doku întîxar nekiriye. Tevî vê 220 rojan di bendavê de lêgerîn hat kirin. Di vê navberê de peywirdarê cemawriyê yê payebilind bûyer bi profesyonelî veşart. Bêgûman di vir de malbatê dest ji berxwedana xwe berneda. Malbatê bi îstîkrar têkoşîna xwe berdewam kir.”   ‘Em ê parve bikin’   Alî Çîmen bi lêv kir ku piştgiriya çapemeniyê ya di dosya Gulîstan Doku de mezin bû û bi xwedîderketina saziyên jinan teza întîxarê ya di dosyayê de têk çû. Alî Çîmen bi lêv kir ku dosya ketiye sala 7’an û wiha pê de çû: “Di dosyayê de der barê aqûbeta Gulîstan Doku de delîlên me yên ku nikarin bê guherin û teqez, şênber hene. Bi hatina dozger Bunyamîn re em li dosyayê dinêrin. Daxwazên me yên berê nedihatin qebûlkirin tevahî hatin qebûlkirin, daxwazên me yên dihatin redkirin hatin cih. Ji ber li ser dosyayê biryara veşartinê hebû û ji bo delîlên hatine komkirin zirarê nebînin me agahî neda çapemeniyê. Di vê astê de piştî cejnê em ê agahî û çalakiyên gumanbarekî aşkera bikin ji ber ku ev demek dirêje em dipên. Divê girtin dest pê bikin.”   ‘Sedemên şexsî’   Alî Çîmen di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Derket holê ku di dosyayê de peywirdarekî cemaweriyê yê payebilind ji ber sedemên xwe yên şexsî bûyer veşartiye. Ji bo bûyer sabote nebe hewldanek dan lê di vê astê de em baş dizanin ku ev dosya ji ber sedemên şexsî hatine veşartin.”